Hewlêr (Rûdaw) – Yekîtiya Federasyona Futbola Navnetewî (FIFA) ragihand ku Desteya Kargerî ya FIFAyê biryar daye ku Kupa Cîhanê ya 2022yê di navbera meha Mijdar û Berfanbarê de li Qeterê bê sazkirin.
Bi vî awayî di dîroka Kupa Cîhanê ya FIFAyê de hem yekem car e organîzasyona futbolê li welateke erebî tê sazkirin û hem yekem car e ku di mehên werza zivistanê de tê pêkanîn.
Li gor daxuyaniya FIFAyê, biyara ku Kupa Cîhanê ya 2022yê di navbera meha Mijdar û Berfanbarê de li Qeterê bê pêkanîn ji aliyê Desteya Kargerî ya FIFAyê ve hate pesendkirin.
Organîzasyon dê 28 rojan berdewam bike û biryar e yariya finalê jî dê 18ê Berfenbaranê di Roja Netewî ya Qeterê de bê leyîstin.
Serokê FIFAyê Gianni Infantino da zanîn ku ji ber germahiya di werza havînê de li Qeterê, li ser jiyana alîgir û lîstikvanan gef e, loma oraganîzasyon li şûna di mehên hezîran û tîrmehê de wê di mehên mijdar û berfanbarê de bê sazkirin.
Gianni Infantino herwiha ragihand ku wan tevahiya federasyonên Ewropa û cîhanê ji vê biryarê agahdar kirine daku li gorî wê xwe amade bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse