Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî tîmên Dihok û Zaxoyê pîroz kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî tîmên futbolê yên Dihok û Zaxoyê pîroz kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji ber ku tîmên Dihok û Zaxoyê gihîştin maça dawî ya Kupaya Îraqê pîrozbahî li wan kir û got, “Her du tîm û lîstikvanên wan cihê şanaziyê ne.”

Serokê Herêma Kurdistanê di peyamekê de ji bo her du tîman anî ziman:

“Ji dil û bi germî pîrozbahiyê li tîmên futbolê yên Dihok û Zaxoyê dikim ku bi ser ketin û gihîştin maça dawî ya Kupaya Îraqê.”

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de ku li ser tora civakî ya Xê belav kiriye nivîsî:

“Herdu tîm û hemû yarîzanên wan cihê şanaziyê ne, destxweşiyê li wan dikim û hêviya serkeftina berdewam ji wan re dixwazim.”

Her wiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî bi peyamekê pîrozbahî kir û got:

“Ji bo gihiştina maça dawî ya Kupaya Îraqê, pîrozbahiyên xwe yên herî germ li tîmên futbolê yên Dihok û Zaxoyê dikim.

Ev destkeft nîşana şiyan û behremendiya ciwanên me ye û ji bo hemû Kurdistaniyan şanaziyeke mezin e. Hêviya min serkeftina we ye.”

Tîmên Dihok û Zaxoyê di dîroka xwe de cara yekem e gihîştin maça dawî ya Kupaya Îraqê.

Ev yek piştî wê yekê hat ku Dihokê li hemberî tîma Cewiyeyê û Zaxoyê jî li hemberî tîma Şurteyê bi ser ketin.

Roja Çarşemê, maça dawî ya Kupaya Îraqê li Bexdayê di navbera her du tîmên Kurdistanê de bi rê ve diçe.