DIHOK - Bijîşkan hêviya xwe jê birîbû: Çîroka berxwedana 23 salan a Deryayê
Hewlêr (Rûdaw) – Bijîşka veterîner a 23 salî ya ji Dihokê Derya Yûsifê çîroka xwe ya têkoşînê ya îlhamdar a li dijî nexweşiyeke kêmpeyda ji Rûdawê re anî ziman.
Derya Yûsifa ku ji ber ûrê li ser rûyê wê çêbûye gelek caran ketiye bin emeliyatan û gelek caran jiyana wê ketiye metirsiyê, bi rihê xwe yê ku teslîm nebûye, bi piştgiriya malbata xwe û serkeftina xwe ya di perwerdeyê de, hêviyê dide derdora xwe.
Çîroka Derya Yûsifê bi nexweşiyeke kêmpeyda ya bi navê “Arteriyovenoz malformasyon” dest pê kir ku di demarên wê de dibe sedema girêkên neasayî.
Wê emeliyata xwe ya yekem di 21 rojiyê de ji ber ûrê ku li aliyê rastê yê rûyê wê çêbûbû, derbas kir.
Derya Yûsifê heta 12 saliya xwe 8 emeliyatên mezin derbas kirin lê ji ber zêdebûna metirsiyan, dermankirina wê ji bo demekê hat rawestandin.
Deryayê diyar kir ku di wê heyamê de ûrê mezinbûna xwe domandiye û got:
“Ûr belavî bin guh, boriyê henaseyê û rûyê min bû.
Ji ber xwînberbûna ji nişka ve û tengenefesiyê, jiyana min gelek caran ket metirsiyê.”
Vejîna hêviyê
Tevî hişyariyên bijîşkan ku digot “emeliyat pir bi metirsî ye” Deryayê hêviya xwe winda nekir û piştî dan û standinên 6 mehan ên bi pisporekî li derveyî welêt re, careke din li ser maseya emeliyatê rûnişt.
Wê sala 2025an 2 operasyonên din ên metirsîdar derbas kirin ku yek jê 9 û ya din jî 7 saetan ajot.
Dermankirina wê dê bi emeliyatên ku ji bo sala bê hatine plankirin, berdewam bike.
“Malbata min ji min re bû mertal”
Derya Yûsifê tekez kir ku tevî hemû zehmetiyan wê psîkolojiya xwe xurt hiştiye û da zanîn:
“Min ti carî ev rewş wekî kêmasiyekê nedît, berovajî, min ew wekî xelateke Xwedê qebûl kir ji ber ku ez bihêz û wêrek im.”
Deryayê da zanîn ku li hemberî nêrînên neyînî yên civakê, piştgiriya herî mezin ji malbata xwe dîtiye û got:
“Malbata min a biçûk lê xweşik, bi wê hezkirina ku ji zarokatiya min ve dane min, ji min re bû mertal.
Bi saya vê yekê, pêwîstiya min bi qebûlkirina kesekî din nema.”
Deryayê di nava vê pêvajoya dijwar de perwerdeya xwe jî paşguh nekir û ji Fakulteya Bijîşkiya Veterîneriyê wekî heştemîna beşê mezûn bû û bi vê yekê delîla herî mezin a vîn û israra xwe nîşan da.