Amerîkayê hîn vîze nedaye tîma neteweyî ya Îranê

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Federasyona Futbolê ya Îranê ragihand ku heta niha ji bo geşta Amerîkayê û beşdarbûna Kupaya Cîhanê ya 2026an vîze nedane tîma wan a neteweyî.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê (IRNA) ji zarê Serokê Federasyona Futbolê ya Îranê Mehdî Taj daxuyand:

"Em dê sibe yan dusibe li gel FIFAlê (Federasyona Navneteweyî ya Futbolê) civîneke biryardar bikin.

Divê ew garantiyê bidin me çimkî meseleya vîzeyê hîn nehatiye çareserkirin."

Mehdî Taj her wiha got:

"Ti lîste ji aliyê din ve di heqê nasnameya wan kesên ku vîze wergirtine negihîştiye me. Loma heta niha ti vîze nehatine derxistin."

Rêkarên vîzeyê û şopa tiliyan

Li gorî gotina Mehdî Taj, dihat çaverêkirin ku lîstikvan di çarçoveya rêkarên wergirtina vîzeyê de ji bo dayîna şopa tiliyan herin Enqereya paytexta Tirkiyeyeyê.

Taj di vê derbarê de got. "Divê lîstikvan ji bo şopa tiliyan herin Enqereyeyê lê em hewl didin rêkaran li Antalyayê temam bikin da ku hewce neke herin Enqereyeyê."

Pêwendiyên Îran û Amerîkayê

Îran ji 28ê Sibatê ve li gel Amerîka û Îsraîlê di nav şer de ye. Bandora vî şerî gihiştiye welatên Kendavê jî.

Ev alozî tevî wê yekê didome ku ji 8ê Nîsanê ve agirbestek hatiye ragihandin.

Ji sala 1980yî ve piştî krîza dîlgirtina dîplomatên Balyozxaneya Amerîkayê ya li Tehranê, ti pêwendiya dîplomatîk di navbera Îran û Washingtonê de nemaye.

Bernameya tîma Îranê ya li Amerîkayê

Îranê çarşemê ji bo tîma xwe ya neteweyî merasîmeke oxirkirinê saz kir.

Îrana ku di Koma 7em de ye xwe ji bo Kupaya Cîhanê ya 2026an amade dike ku dê li Amerîka, Meksîk û Kanadayê were lidarxistin.

Di dema lîstikên Kupaya Cîhanê de, cihê mayîna tîma Îranê ya ku li welat wekî "Tîm Millî" tê naskirin, dê li bajarê Tucsonê yê eyaleta Arizonayê be.

Îran dê maça xwe ya ewil a di şampiyonayê de 15ê Hezîranê li bajarê Los Angelesê li bi Zelandaya Nû re bilîze.

Îran piştî wê dê li hemberî Belçîka û Misirê bilîze.