Ciwanekî Kurd li Almanyayê bû şampiyon

Dusseldorf (Rûdaw)Ciwanê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê Ebdulah Arif li Almanyayê di şampiyoniya hêza milan de bû yekem.

Ciwanên Kurd ên ku li diyasporayê dijîn, di hemû qadên jiyanê de xwedî çalakiyên berbiçav in û her yek bi awayê xwe yê taybet beşdarî hilberînê dibe.

Di nav wan de Ebdulah Arif, şampyonê Kurd ê werzişa hêza milan de li Almanyayê, yek ji wan ciwanan e ku bi serkeftinên xwe bûye cihê serbilindiya diyasporaya Kurdan.

Serkeftina dawî ya Arif di pêşbirka navneteweyî de bidestxistina madalyaya zêrîn bû.

Arif vê destkefta mezin wekî encama rahênana berdewam û bikaranîna teknîkên pêşkeftî dibîne.

Lehengê Kurd di mêvandariya bernameya Diyasporayê de diyar kir ku wî madalyaya zêrîn li navenda Enûser a Almanyayê bi dest xistiye.

"Min cara yekem ev werziş di televîzyonê de dît"

Arif di derbarê çawaniya destpêkirina karê xwe yê qada hêza miland de wiha got:

"Min cara yekem ev werziş di televîzyonê de dît û ez pir ecêbmayî mam ku çawa werzişvan beşdarî pêşbirkên cîhanî dibin û navdar dibin."

Arif vêga li Frankfurtê dijî û temenê wî 27 sal e. Ew tekeziyê li ser girîngiya teknîkê di werzişa hêza milan de dike û dibêje:

"Di lîstikê de gelek teknîk hene ku hejmara wan 75 teknîk e. Her çend hêz û şiyan pêwîst be jî lê teknîk girîngtir û pêwîsttir e."

"Ez her roj li navenda werzişê rahênanê dikim"

Arif behsa bernameya xwe ya rojane ya rahênanê dike û dibêje:

"Ez her roj li navenda werzişê rahênanê dikim, wekî rahênana tenîsa ser maseyê, rakirina giraniyan û çûna navenda fîtnêsê."

Ew ji bo bihêzkirina masûlkeyên dest û baskên xwe teknîkên curbecur bikar tîne.

Arif di derbarê piştgiriya malbata xwe de spasiya dê û bavê xwe kir û got:

"Dê û bavê min gelek piştgirî dan min. Tewra dema ku destê min birîndar bû jî gelekî xemgîn bûn lê wan her dem cesaret dida min."

Şampyonê Kurd xwedî xewnên mezin e û dixwaze ji xeleka Almanyayê derkeve û dixwaze li serabserê cîhanê jî madalyaya zêrîn bi dest bixe.