DÛ STÊRK – Dalkurd û Kurdspor

14-07-2016
RÛDAW
Nîşan Dalkurd Kurspor Remazan Kizil Swêd Hollande
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li welatên Ewropa, Dalkurd li Swêdê û Kurdspor li Hollandeyê nûnertiya futbola Kurdan dikin.

Kurdspor di lîga sêyem a Hollandeyê de tekoşîna xwe didomîne.


Lîstikvanê Kurdsporê yê 22 salî Kahraman Demirtapa transeferî tîma Rodayê bû ku di lîqa yekemîn a Hollandayê de ye.


Kahraman Demirtapa yê ji bajarê Mêrdînê ji Rûdawê re diyar kir ku malbata wî her tim piştevaniya wî kiriye, lê bi tenê carnan seqetî ji bo wî dibe astengî.


Lîstkvanê Kurd derbarê tîma xwe ya berê Kurdsporê de wiha got:


“Tîma Kurdspor sala 2010an hat avakirin. Kurdspor ciwanên Kurdên li Ewropayê li ba xwe kom dike û deriyê tîmên mezin ji bo wan vedike.”


Demirtapa destnîşan kir ku spora Kurdî dikare bi piştgiriya dezgehên fermî pêşbikeve û wiha domand: “Heger mirov ji karê xwe hez bike û birijd bixebitê dê bigihêje armanca xwe.”




Performansa Kahraman Demirtapa


Dalkurd çaremîn e


Dalkurd sala 2004ê li herêma Dalarnayê ya yê Swêdê hate avakirin û di heyama 10 salan de li Swêde 6 lîg derbas kir û bi sernekeftinên xwe nav da.


Dalkurd niha di Lîga Superettanê rêza çamîn de ye û ber bi lîga Spûr a Swêdê ve diçe.


Serokê Dalkurd Ramazan Kizil jî ji Rûdawê re wiha got: “Me çend heval xwest ku em ji vîr ji şoreşa herçar perçeyên Kurdistanê re bibin dilopek.” 


Ramazan Kizil diyar ku wan bo 9 kesan klûba Dalkurdê avakirne û 2 salan xwe ferî rêvebirîna komelyê kirine.


Kizil da zanîn %90 lîstikvan Kurd in û niha 300 ciwan li klûba wan têne amadekirin.


Rahnerê tîma Pafê Kurd e û yê tîma A jî yek Swêdî ye û yek Fasî ye.



Wêneyên Kahraman Demirtapa

 

 

 

 


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst