Amedsporê zehmetî kişand lê dev ji 3 puanan berneda
Hewlêr (Rûdaw) - Amedsporê li mala xwe Pendikspor 2-1 têk bir û bû xwediyê 3 puanan
Amedspor û Pendikspor di hefteya 5emîn a Lîga 1emîn a TFFyê de hatin hemberî hev.
Alîgirên Amedsporê jî eleqeyeke mezin nîşanî lîstikê da.
Lîstikvanê Pendiksporê Bekir Karadeniz di xuleka 24an de golek avêt qeleya xwe û Amedspor 1-0 ket pêş.
Kêfa Amedsporê tenê 4 xulekan berdewam kir.
Vê carê lîstikvanê Pendiksporê Jonson Clarke-Harris xuleka 28an li ser navê tîma xwe golek avêt û skor bû 1-1.
Nîvê yekem a lîstikê bi vê skorê bi dawî bû.
Xuleka 90î lîstikvanê Amedsporê Diagne bi penaltiyê tîma xwe 2-1 xist pêş û maç bi vê skorê bi dawî bû.
Amedspor bi vê serkeftinê puanên xwe derxistin 10an û derket rêza 4an.
Amedspor hefteya pêşiya me dê li deplasmanê bi Sakaryasporê re bilîze.