Amedspor roj bi roj mezintir dibe: Milyonek şopîner

Hewlêr (Rûdaw) - Rûpela fermî ya Instagramê ya Amedsporê gihîşt milyonek şopînerî.

Amedspora ku di Lîga 1emîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de dilîze, di qada medyaya civakî de jî serkeftineke mezin bi dest xist û bendava milyonek şopînerî derbas kir.

Bi vê hejmarê re, Amedspor bû tîma pêncemîn a Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ku li ser Instagramê xwediyê herî zêde şopîneran e.

Hejmara şopînerên "çar tîmên mezin" ên li ser Instagramê wiha ye:

Galatasaray: 17,6 milyon şopîner

Fenerbahçe: 11,5 milyon şopîner

Beşiktaş: 7,7 milyon şopîner

Trabzonspor: 1,4 milyon şopîner

Amedspor bi vê bipêşketinê re nîşan da ku ne tenê li stadyumê, li ser torên civakî jî xwedî girseyeke mezin a alîgiran e.