Bilêt neman, Amedsporê bangî alîgiran kir

Hewlêr (Rûdaw) - Amedsporê berî maça îro ya li hemberî Sakaryasporê bangî alîgirên xwe kir.

Amedsporê ji alîgirên xwe xwest ku ti tiştî neavêjin nav qada lîstikê.

Tîma Amedê, îro dê li Stadyuma Amedê mazûvaniya Sakaryasporê bike.

Lîstik dê saet 16:00an dest pê bike û hat ragihandin ku hemû bilêtên stadyuma 33 hezar kesî xelas bûne.

Banga lîstikvanan

Lîstikvanên Amedsporê, bi zarokên re vîdeoyek belav kir.

Di vîdeoyê de lîstikvanan bangî alîgirên xwe kir û got, "Tiştekî meavêjin qadê û nehêlin kes biavêje."

Amedspor niha di lîga xwe de sêyem e lê maçeke wê kêm e.

Eger îro li hemberî Sakaryasporê bi ser bikeve dê dîsa bibe yekem.