Amedsporê li mala xwe lîdertî ji dest da
Hewlêr (Rûdaw) - Amedspor li mala xwe bi Sakaryasporê re 1-1 ma û bi vê encamê lîdertiya lîgê ku bi hefteyan bû di destê wê de bû da Erzurumsporê û daket rêza sêyem.
Amedspor di hefteya 25an a Lîga 1emîn a TFFyê de li mala xwe mazûvaniya Sakaryasporê kir.
Amedspora ku bi armanca derketina Super Lîgê rêya xwe didomîne, di maça krîtîk a şampiyoniyê de di hefteya 25an a Lîga 1emîn a TFFyê de li mala xwe mazûvaniya Sakaryasporê kir.
Alîgirên Amedsporê Stadyuma Amedê ya ku kapasîteya wê zêdetirî 30 hezarî ye dagirt.
Amedsporê bi piştgiriya alîgirên xwe bi coş û zext dest bi maçê kir.
Hasanî perde vekir, Diagne bêşans bû
Amedsporê nîvê yekem ê maçê kontrol kir û xuleka 45an gola ku li pey digeriya dît.
Florent Hasanî bi goleke xweş tîma xwe 1-0 xist pêş.
Amedsporê di nîvê yekem de bi Mbaye Diagne çend pozîsyonên zelal bi dest xistin lê nekarî qelevanê Sakaryasporê Suzuki derbas bike û nîvê yekem 1-0 qediya.
Hewldanên nîvê duyem
Di nîvê duyem de Amedsporê xwest skorê biparêze û ferqê veke lê derfetên ku Diagne bi dest xistin bi kar neanîn.
Tîma mêhvan Sakaryasporê xuleka 75an bi gola Poyraz Efe Yildirim wekhevî anî û skor 1-1.
Lîstikvanekî Sakaryasporê xuleka 90+7an karta sor dît û tîma xwe bi 10 kesan hişt lê di dema mayî de gol nehatin avêtin.
Amedsporê serkêşî dewr kir
Amedsporê li mala xwe du puan winda kirin û hefte bi 50 puanî girt.
Amedsporê di heman demê de lîdertiya lîgê da Erzurumsporê û daket rêza sêyem.
Aloziya li trîbunan
Di dema maçê de li nêzîkî trîbuna mêhvanan û protokolê di navbera alîgiran de aloziyeke kurt çêbû.
Polîsan midaxeleyî aloziya di navbera birêvebir û alîgirên Sakaryasporê û alîgirên Amedsporê de kir û rewş aram kir.