Alên Real Madrîd û Barcelona rê nadin ala Kurdistanê

15-04-2013
Sasan Kotolî
A+ A-

Herêz Cemal

Silêmaniye (Rûdaw) – Li kolana Orzdî ya bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê, dema mirov diçe dikanekê mirov hest dike ku li paytexta Spanya Madrîdê ye, ji ber ku alên tîmên navdar ên Spanya (Real Madrîd û Barcelona) tijî ye û cihê ala Kurdistanê nemaye.

Yek ji xwedanê dikanên amûrên werzişî bi navê Mîran Kerîm, ji Rûdawê re got: “Ez ji zû ve alên tîmên werzişî û kincên wan difroşim. Lê ji destpêka bihara îsal ve bazara me xweş bûye ji ber ku alên me yên biçûk hene û welatî bi otomobîlên xwe ve dikin.”

Heta hevrikiya fûtbolê li Ewrûpa germtir bibe şerê alên tîman jî li Kurdistanê gurtir dibe.

Yek ji alîgirên tîma Real Madrîd bi navê Zana Elî ku mijûlî kirîna ala wê tîmê bû got: “Ez gelekî ji tîma şahane (Real Madrîd) hez dikim. Ji ber wê jî ala tîmê dikirim û dê li dîwarê mal ve bikim. Helbet ez gelek caran jî vê alê li nav yariyên tîma Silêmaniyê de bilind dikim.”

Ji ber zêdebûna alên tîmên biyanî bi taybet tîmên Real Madrîd û Barcelona yên Spanyayê ala Kurdistan û alên tîmên Kurdistanê hatine piştguhxistin.

Firoşyarê bi navê  Mihemed Omerî li ser vê yekê got: “Niha êdî dema şerê li ser al û pankardên partiyan derbas bûye û li ser alên tîmên Brêzîl, Arjantîn û tîmên Real Madrîd û Barcelona yên Spanyayê şer e, ji ber wê jî heta niha kesî daxwaza ala Kurdistanê ji me nekiriye.”

Alîgirên werziş û bi taybet fûtbolhezên Herêma Kurdistanê zêdetir alîgirtiya tîmên Barcelona û Real Madrîd ên Spanya dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst