EURO 2016 - Îsland Ronaldo aciz kir!

15-06-2016
Nîşan EURO 2016 Portugal Îsland Awistirya Macaristan Grupa F
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Îsland doh di yekem maça xwe ya dîroka şampiyoniya EUROyê nehişt ku Portugal wê têk nebe û ev jî bû sedema acizbûna Cristiano Ronaldo.


Di maça duh a Grupa Fyê de, Portugalê pêşî di deqîqeya 31ê de bi gola Nani kete pêş.


Îslandê di deqîqeya 50ê a beşa duyem de bi gola Birkir Bjarnason bersiv da.


Ji bilî yek gol û du-sê êrîşên Îslandê, ji sedî 70yê maçê top di destê Portugalê de bû ku herî kêm 26 êrîş birine ser golparêzê Îslandê û di hemûyan de têk çû.


Ronaldo: Aqilbiçûkî ye


Serperiştê Portugalê Cristiano Ronaldo liser Îslendê ku yekem car e beşdarî şampiyoniyeke di asta Ewropî û cîhanî dike, got:


"Xwe parastin, parastin û parastin. Ez dibêjim îşev bextê wan vekirî bû. 3 pûan heqê me bû. Lê tiştek nabe. Dema maç xilas bû, ji kêfa firiyan. Tu dibêjî qêybûne xwediyê qupayê. Dema bi topê nalîzin û tenê parastin dikin, bi nêrîna min aqilbiçûkiyê dikin. Bi vî awayî nikarin tu tiştî bikin di şampiyoniyê de."


Di maça li bajarê Saint-Étienne ê Fransayê hatî lîstin de, 60 hezar Îslendî li stadê ji bo piştgiriya tîma welatê xwe amade bûn. Nifûsa Îslandê 320 hezar e. Yanî, her şeş welatiyan yek doh li maçê bû.


Awistirya 0 - 2 Macaristan


Ji aliyê din ve, di duyem maça Grupa Fyê de Macaristanê Awistirya bi golên Ádám Szalai (deqîqe 62) û Zoltán Stieber (deqîqe 87) têk bir û bi wî awayî bû pêşengê grupê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst