Ronaldinho û Figo: Emê bêne Kurdistanê
Hewlêr (Rûdaw) – Stêra stranbêja kurd Helly Luv got: “Min ji bo Ronaldinho û Luis Figo behsa Kurdistanê û şerê DAIŞê kir, ew dê rojekî serdana Kurdistanê bikin.”
Çend roj beriya niha stranbêja kurd Helly Luv li paytexta Portugalê bajarê Lizbonê, li ser vexwendina Serokwezîrê Portugalê Antonio Costa, beşdarî panela “Lutkeya Înterneta Lizbonê” bû.
Çend kesên navdar ên cîhanî û payebilindên Portugalê û cîhanê beşdarî vê lûtkeyê bûn.
Helly Luv di panelê de ligel lîstikvanên navdar ên fitbolê Ronaldinho Gauchoyê brezîlî û Luis Figoyê portûgalî jî hevdîtin pêkanî û ji wan re behsa Kurdistanê kir.
Derbarê hevdîtinên xwe de Helly Luv ji Rûdawê re got: “Min ji wan re behsa Kurdistanê, şerê pêşmerge ya li dijî DAIŞê kir. Bi rastî dema zanîn Kurdistan di nav şer de ye, pir xemgîn bûn û daxwaza yekgirtinê ji kurdan kirin.”
Luv diyar kir ku ti zanyariyên Ronaldinho li ser kurd û Kurdistanê nebûne û got: “Ne dizanî ka Kurdistan li kê derê ye. Min jî behsaq Kurdistanê jê re kir û got, ‘li Kuridstanê gelek hezkiriyên te hene’. Gelek xweşhal bû û ecêb ma.”
Helly Luv behsa wê yekê jî kir ku daxwaz ji Ronaldinho kiriye da ku serdana Kuridstanê bike û ji nêzîk ve şiyana werzîşvanên kurd bibîne, herwiha serdana kampên koçberan bike û alîkariyê bide wan.
Luv got: “Ronaldinho ji ber şerê li Kurdistanê xemgîn bû. Daxwaza yekbûna kurdan kir û got ku ew hez dike rojekê serdana Kurdistanê bike.”
Stranbêja kurd derbarê hevdîtina xwe ya ligel lîstikvanê navdar ê portûgalî Luis Figo jî wiha axivî:
“Me behsa aplicationa Dream Footballê kirk u Figo bixwe xwedanê wê ye. Alîkarî dide werzîşvanan da ku di pêşerojê de bibin lîstikvanên baş. Min daxwaz ji Figo kir bê Kurdistanê da ku lîstikvanên kurd jî jê sûdê werbigrin.”
Helly Luv got ku Gigo jî weke Ronaldinho gotiye ku dixwaze rojekî bê Kurdistanê û hevkariya werzîşvanên kurd û koçberan jî bike.”
Di dawiyê de jî Luv diyar kir ku wan li ser kûpa cîhanê ya 2018ê ya Rûsyayê kiriye û gotine ku dê bi hevre herin maçan seryr bikin.