Serkeftina werzişvaneke Kurd: Atusa bû şampiyona karateyê

Hewlêr (Rûdaw) - Jineke Kurd a ji Kirmaşanê di şampiyoniya karateyê de pileya yekem bi dest xist.

Gera şeşemîn a Şampiyoniya Karateyê ya Welatên Îslamî li Riyada paytexta Erebistana Siûdî hat lidarxistin.

Jina Kurd a bi navê Atusa Gulşanejadê di kategoriya 61 kîloyan a jinan de pileya yekem bi dest xist.

Atusa Gulşanejadê di şampiyoniyê de bi lîstikvanên ji Nîjerya, Erebistana Siûdî û Afrîkaya Başûr re lîst û bi ser her sêyan jî ket.

Atusa Gulşanejada 21 salî, ji navçeya Hersînê ya Kirmaşanê ye û ji sala 2011ê ve bi werzişa karateyê re mijûl e.

Atusa zêdetirî 6 salan e endama tîma karateyê ya neteweyî ya mezinan a Îranê ye.

Atusayê di şampiyoniyên Asyayê yên ku sala 2021ê li Almatiya Qazaxistanê, 2023yan li Malakaya Malezyayê û 2025an li Taşkenta Ozbekistanê hatin lidarxistin de pileya yekem û madalyaya zêrîn bi dest xist.