Selman dixwaze Barcelonayê bikire lê asteng mezin e
Hewlêr (Rûdaw) - Şehzadeyê Welîehd ê Siûdiyê Mihemed bin Selman ji bo kirîna Barcelonayê 10 milyar euroyan pêşniyar dike.
Hat îdiakirin Mihemed bin Selman ji bo kirîna tîma Barcelonayê amadehiyê dike ku pêşniyareke 10 milyar euroyî bike.
Li gorî nûçeya rojnameger Francois Gallardo, Selman difikire ku ji bo kirîna Barcelonayê 10 milyar euroyan bide.
Ev pêngav bi veberhênanên mezin ên ku Erebistana Siûdiyê salên dawî li sporê dike re hevaheng e.
Siûdiyê bi taybetî bi rêya Fona Veberhênana Giştî ya Siûdiyê (PIF) bandora xwe li gelek qadên sporê zêde kiriye û niha jî Barcelonaya ku yekê ji markayên herî mezin ên futbola Ewropayê ye xistiye rojeva xwe.
Astenga "Socios"ê
Lê belê pêkhateya milkî ya Barcelonayê li pêşiya vê kirînê asteng e.
Barcelona jî wekî Real Madridê ji aliyê pêkhateyekê ve tê birêvebirin ku xwediyên wê endamên kulubê ne û jê re dibêjin "Socios."
Ev sîstem rê nade ku kulub ji aliyê kesekî biyanî an saziyekê ve bi temamî were kirîn.