Yekîtiya Erebî ya Futbolê li Sûriyê Tîma Cizîrê ceza kir
Hewlêr (Rûdaw) – Yekîtiya Erebî ya Futbolê li Sûriyê, tîma futbolê ya Cizîrê ji lîga super derdixe.
Ji ber ku Tîma Cizîrê di lîstika roja 7ê Çileya 2023yan bi taximê Ehlî ya Heleb de li Şamê amade nebû, ew tîm hat cezakirin.
Yekîtiya Erebî ya Futbolê li Sûriyê biryar da ku ji lîga super a Sûriyê were derxistin
Li gorî biryara cezayan: “Taximê Cizîrê ji şampyona Sûriyê hat dûrxistin û hemû encamên taximê Cizîrê têm rakirin, ji ber ku bandorê li encamên taximên din dike.”
Tîma navborî herwiha bi 10 milyon lîreyên Sûrî hat cezakirin û piştgiriya madî ku ji bo taximê Cizîrê tê dayîn jî hatin rawestandin.
Tîma Cizîrê klûbeke werzişê ye, ku navenda wê li bajarê Hesekê ye, di sala 1941an de bi navê Klûba Futbolê Cizîre hatiye damezrandin û weke yek ji kevintirîn klûban tê naskirin.