Amedsporê oxira Sînan Kaloglu xêr kir
Hewlêr (Rûdaw) - Amedsporê ragihand ku piştî maça bi Sakaryasporê re, wan rêya xwe û rahênerê xwe Sînan Kaloglu ji hev veqetandiye.
Amedspor di Lîga Yekemîn a Trendyolê de di 5 maçên xwe yên dawî de tenê 2 caran bi ser ketibû û di lîgê de daketibû rêza sêyem.
Tîma Amedê, doh li mala xwe bi Sakaryasporê re 1-1 wekhev mabû.
Piştî maça ku 1-1 bi dawî bû, alîgiran bertek nîşanî rahêner Kaloglu dabû.
Alîgiran Kaloglu bi biryarên şaş tohmetbar kiribû.
Daxuyaniya Amedsporê
Birêvebiriya Amedsporê nîvê şevê daxuyaniyek da û ragihand ku wan dawî li karê Sînan Kaloglu aniye.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Piştî civîna îşev, me û rahêner Sînan Kaloglu û ekîba wî rêya xwe ji hev veqetand.
Em ji ber keda Sînan Kaloglu û tîma wî spasiyê dikin û di kar û barên wan ên paşerojê de serkeftinê ji wan re dixwazin."
Sînan Kaloglu meha çiriya pêşîn bûbû rahênerê Amedsporê.
Kaloglu tenê zêdetirî 4 mehan Amedspor xebitand.
Sînan Kaloglu kî ye?
Sînan Kaloglu sala 1981ê li navçeya Pilûrê ya Dêrsimê ji dayîk bûye.
Di dema lîstikvaniya xwe de ji bo gelek tîmên navdar ên wekî Beşiktaş, Diyarbakirspor, Altay, Goztepe, Manisaspor, Bursaspor, Karabukspor, Antalyaspor, Bochum û Vitesseyê lîstiye.
Kaloglu sala 2004an ji Beşiktaşê derbasî Diyarbakirsporê bûbû û du sezonan formayê wê tîmê li xwe kiribû.
Piştî ku dev ji lîstikvaniyê berda dest bi rahêneriyê kir.
Kaloglu sala 2022yan li Altayê dest bi kar kir û pişt re jî rahêneriya Gençlerbirligiyê kir.
Hat zanîn ku ew xwediyê Lîsansa FIFA Proyê ye.