Li ser formayên Amedsporê êdî nivîsa bi Kurdî heye
Hewlêr (Rûdaw) - Amedspor bû yekemîn tîma futbolê ya profesyonel ku li Tirkiyeyê li ser formayê xwe dirûşmeke bi Kurdî hildigire.
Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) ew dirûşm bi awayekî fermî pesend kir.
Amedspor di dîroka futbolê ya Tirkiyeyê de bû xwedî pêngaveke girîng.
Tîmê hefteya borî bi şîrketa Tezgel Komê re peymaneke sponsoriyê îmze kiribû.
Amedsporê di çarçoveya peymanê de, di maça Pendiksporê de li ser sînga formaya xwe logoya sponsora nû hilgirt.
Li bin logoyê jî dirûşma Kurdî "Koma Me Bona We" cih girt.
Li gorî nûçeya Ferît Aslan a li Cega Medyayê, ev dirûşma Kurdî ya ku TFFyê pesend kiriye, di lîgên profesyonel ên futbolê yên Tirkiyeyê cara yekem e û bi vê yekê derbasî dîrokê bû.
Performansa sezonê
Amedspora ku di bin rahêneriya Mehmet Altiparmak de ye, destpêka sezonê li hemberî Çorum FKyê 2-0 têk çûbû.
Piştre tîm bi Erzurumsporê re 2-2 wekhev ma û li pey wê bi serkeftinên li hemberî Sivassporê (4-2), Adana Demirsporê (8-1) û Pendiksporê (2-1) rêya xwe domand.
Amedspor piştî 5 maçan bi 10 puanan di lîgê de di rêza 4emîn de ye.