Nêçîrvan Barzanî jî dengê xwe da alîgirên Zaxoyê
Hewlêr (Rûdaw) – Nêçîrvan Barzanî piştgirî da alîgirên tîma futbolê ya Zaxoyê ku ji bo "Xelata Alîgirên Herî Baş a FIFAyê" bûne namzed û got, "Ez hêvîdar im ku hemû Kurdistanî dengê xwe bidin wan."
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Xê ji bo piştgiriya alîgirên tîma futbolê ya Zaxoyê peyamek belav kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de anî ziman:
"Min bi dengdana online min piştgirî da alîgirên tîma futbolê ya Zaxoyê da ku Xelata Alîgirên Herî Baş a cîhanê bi dest bixin."
Nêçîrvan Barzanî di beşeke din a peyama xwe de ji hemû Kurdistaniyan xwest ku beşdar bibin û dengê xwe bidin tîma Zaxoyê û got:
"Ez hêvîdar im ku hemû Kurdistanî li kû derê dibin bila bibin, beşdar bibin û dengê xwe bidin wan da ku xelata cîhanî bi dest bixin."
Serokê Herêma Kurdistanê di dawiya peyama xwe de nivîsî, "Spas ji bo FIFAyê ku alîgirên tîma Zaxoyê wekî yek ji sê namzedan destnîşan kir."
Alîgirên tîma futbolê ya Zaxoyê, namzedên “Xelata Alîgirên Herî Baş a FIFAyê” ne.
Dengdan dê heta 28ê mehê bidome.
Nêçîrvan Barzanî jî dibe kesayetiya siyasî yê yekem ku beşdarî dengdanê dibe û dengê xwe dide Zaxoyê.
#WÊNE - Nêçîrvan Barzanî jî dengê xwe da alîgirên Zaxoyê
— RudawKurdi (@RudawKurdi) November 16, 2025
⚽️ Alîgirên tîma futbolê ya Zaxoyê, namzedên ❝Xelata Alîgirên Herî Baş a FIFAyê❞ ne
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî:
🎙️ ❝Min bi dengdana online piştgirî da alîgirên tîma Zaxoyê❞ pic.twitter.com/1ctZmdaMFC