Zaxo bû şanaziya Kurdistanê: Xelata Alîgirên Herî Baş
Hewlêr (Rûdaw) - Federasyona Futbolê ya Cîhanê (FIFA) xelata Alîgirên Herî Baş a sala 2025an da tîma Zaxoyê.
Alîgirên tîma Zaxoyê bi dehan hezar pêlîstok avêtibûn nav stadyumê û pişt re diyarî zarokên nexweş kiribûn.
Tîma werzişê ya Zaxoyê îro dîrok nivîsî û wekî tîma yekem a Kurdistanê, Rojhilata Navîn û hemû Asyayê, bû xwediyê xelata FIFAyê ya 2025an a alîgirên herî baş.
Salane Federasyona Futbolê ya Cîhanê xelatên (The Best) belav dike.
Zaxo çawa hat namzedkirin û bi ser ket?
13ê Gulana 2025an di dema maça gera 33yemîn a Lîga Stêrkan a Îraqê ya di navbera Zaxo û El-Hidûd a Bexdayê de alîgirên tîma Zaxoyê li stadyuma bajêr bi dehan hezaran pêlîstok avêtin nav qadê.
Pişt re hemû hatin berhevkirin û diyarî wan zarokan hatin kirin ku nexweş in û li nexweşxaneyan in.
Li gel Zaxoyê, Alejandro Chiganotto, alîgirê Tîma Racingê ya Arjantînê û Manuel Caceres, alîgirê navdar û daholjenê Tîma Neteweyî ya Spanyayê jî namzed bûn.
Piştî ragihandina namzedbûna Zaxoyê, li her çar parçeyên Kurdistanê û hemû Ewropa û cîhanê, Kurdan bi hev re dest bi pêngaveke mezin kir û dengê xwe da tîma Zaxoyê.
Dawiyê FIFAyê bi rêya belavkirina vîdeoyekê bi dengê Serokê FIFAyê Gianni Infantino pîrozbahî li Zaxoyê kir û serkeftina alîgirên tîmê ragihand.
Infantino li ser avêtina pêlîstokan got:
"Kêliyeke îlhamdêr û tijî rehm û dilovanî bû, nîşan da bê çawa futbol me hemûyan dicivîne.
Ez şanaziyê dikim û we pîroz dikim û gelekî spasiya we dikim."
Xelata Alîgirên Herî Baş çi ye?
Xelata Alîgirên Herî Baş ji sala 2016an ve tê dayîn ji bo wan alîgir an alîgiran ku "atmosfera herî baş çêdikin, tiştekî neasayî û bêhempa pêşkêş dikin, giyanekî werzişî yê bilind nîşan didin an jî çalakiyeke xêrxwaziyê dikin."
Xelata ku tîma Zaxoyê werdigire, ne pere ye, mertalekî zîvîn e.
'Zaxo bajarekî biçûk e lê dilê alîgirên wê gelekî mezin e'
Malpera FIFAyê hevpeyvînek bi parêzvan û kaptanê tîma Zaxoyê Ehmed Îbrahîm re kir.
Ehmed ji FIFAyê re got:
"Min li her derê lîstiye; li Îmarat, Erebistana Siûdî, Qeter û 12 salan di Tîma Neteweyî de lê car yekem e alîgirên bi vî rengî dibînim.
3 sal in ez ji bo vê tîmê dilîzim, bi rastî alîgirên Zaxoyê cihê şaşmayînê ne.
Di hemû lîstikan de piştgiriya me dikin û ne girîng e li hemberî tîmeke mezin an biçûk dilîzin, stadyum her tim tijî dibe û ew taybet in."
Ehmed Îbrahîm li ser bajêr got:
"Zaxo bajarekî biçûk e lê dilê alîgirên me gelekî mezin e, xelkekî gelekî baş e û her tim rêzê li lîstikvan û tîma hember digirin."
Li gorî parêzvanê Zaxoyê, li herêma wan zarokên nexweş hene û pêdiviya wan bi dermankirin û alîkariyê heye.
Alîgir her tim çalakiyan dikin û diçin dibistanan, alîkariya penaberan û wan kesan dikin ku pêdiviya wan bi xwarin û dermanan heye.
Pêla pîrozbahî û piştgiriyê
Serkeftina alîgirên tîma Zaxoyê karvedanên mezin li pey xwe anîn.
Serok Mesûd Barzanî bi telefonê bi Serokê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê Guhdar Şêxo re axivî û pîrozbahî li tîmê kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand:
"Bi germî pîrozbahiya vê destkeftiya cîhanî li we dikim ku tê de alîgirên dilsoz ên tîma Zaxoyê ji aliyê FIFAyê ve wekî yên herî baş û yên herî bibandor li ser asta cîhanê hatin destnîşankirin."
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand:
"Pîrozbahiyeke germ li alîgirên dilsoz ên Zaxoyê dikim ji bo bidestxistina xelata FIFAyê."
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî ragihand:
"Ji dil pîrozbahiya germ li alîgirên Tîma Zaxoyê dikim bi boneya bidestxistina xelata alîgirên herî baş ên cîhanê, destkeftiyeke girîng û dîrokî ye."
Ofîsa Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ragihand, Sûdanî di destpêka civîna Encumena Wezîran a Îraqê de pîrozbahî li alîgirên tîma Zaxoyê kiriye.
Tîma Zaxoyê
Tîma Zaxoyê yan jî Kurên Xabûrê 3yê Hezîrana 1987an hatiye damezirandin û di Lîga Stêrkan a Îraqê de beşdar e.
Di vê sezona lîga herî bilind a Îraqê de, Zaxo di rêza şeşem de ye.
7 lîstik kirine, 4 lîstik birine, lîstikek wekhev bûye û lîstikek jî winda kiriye.
Heta niha 13 puan kom kirine.
Zaxo vê sezonê 9 gol avêtine û 4 gol jî xwarine.
Sezona borî Zaxo cara yekem di dîroka xwe de pileya sêyem di Lîga Stêrkan a Îraqê de bi dest xist.
Piştî ku di lîstika fînalê de li hemberî Dihokê bi penaltiyan 5-3 têk çû di Kupaya Îraqê de jî pileya duyem wergirt.
Tîma Zaxoyê xwedî stadyumeke navneteweyî ye ku sala 2015an hatiye çêkirin.
Cihê 20 hezar alîgiran digire û 20 milyon dolar lê çûne.