Serkeftina Zaxoyê deng veda: Mahsun Kirmizigul peyameke hestyar belav kir
Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê navdar Mahsun Kirmizigul piştî ku alîgirên tîma Zaxoyê Xelata "Alîgirê Herî Baş" a FIFAyê stand peyameke pîrozbahiyê belav kir.
Kirmizigul di peyama xwe ya li ser hesabê Xê de got, "Keça Zaxoyê Nîpel bû wîjdana cîhanê."
Federasyona Navneteweyî ya Futbolê (FIFA) îro bi awayekî fermî ragihand ku alîgirên tîma Zaxoyê di dengdana cîhanî de bi ser ketine.
Alîgirên Zaxoyê ji ber çalakiya xwe ya avêtina pêlîstokan a ji bo zarokên bi penceşêrê ketine hêjayî vê xelatê hatin dîtin.
Alîgirên tîma Zaxoyê di dengdanê de ketin pêşiya hevrikên xwe yên Arjantîn û Spanyayê bûn alîgirên yekemîn li Rojhilata Navîn ku vê xelatê werdigirin.
Mahsun Kirmizigulê ku berê ji bo piştgiriya alîgirên Zaxoyê bang kiribû, di peyama xwe ya nû de hestên xwe wiha anîn ziman:
"Beriya demekê zarokeke keç a ji Zaxoyê, bi hezkirina xwe ya saf û bi qêrîna xwe ya ji bo tîma xwe derket ser dika herî mezin a futbolê ya cîhanê.
Û Nîpel di xelata 'Alîgirê Herî Baş' a FIFAyê de hat hilbijartin.
Beriya çend rojan min ji we ji bo Nîpelê piştgirî xwestibû. Bêdeng û bê berdêl.
Çimkî mesele ne xuyabûn bû, mesele ew bû ku em tiştê nayê dîtin bidin dîtin.
Ez ji dil spasiya her kesî dikim ku keda wan di vê çîrokê û vê keça biçûk de heye.
Ev ne tenê xelatek e; ev serkeftina xeyala zarokekê û hêza yekxistina futbolê bû.
Baş e ku hûn hene, baş e ku hûn li cem Nîpelê bûn."
"Em xelatê diyarî çar parçeyên Kurdistanê dikin"
Serokê Tîma Werzişê ya Zaxoyê Omer Ferhad piştî eşkerekirina xelatê yekser ji Rûdawê re axivî û kêfxweşiya xwe anî zimên.
Omer Ferhad ev serkeftina dîrokî diyarî "yekîtiya çar parçeyên Kurdistanê" kir.
Wî diyar kir ku ew bi FIFAyê re di nav pêwendiyê de bûn lê encam ji bo wan jî bûye surprîz û got:
"Ev hest nayê pênasekirin. Me berê bi FIFAyê re hevdîtin kiribû û em li ser pêvajoyê axivîbûn, wan hinek agahî ji me wergirtibûn.
Lê me niha bi daxuyaniyê re fêhm kir ku em bi ser ketine."
Omer Ferhad destnîşan kir ku ev serkeftina cîhanî ne tenê ya tîmeke werzişê ye, ew nîşana yekîtiyeke berfirehtir e.
Omer Ferhad serkeftin diyarî "yekîtiya çar parçeyên Kurdistanê" kir û spasiya her kesî kir ku di pêvajoya dengdanê de piştgirî daye alîgirên tîma Zaxoyê û dengê xwe dane wan.
Ahengeke mezin tê lidarxistin
Tîma Zaxoyê amadehiyên mezin kirine û deriyên stadyumê ji bo hemû xelkê Kurdistanê vekirî ne.
Li gorî bernameyê, dê li ser ekranên mezin merasîma FIFAyê bê temaşekirin û hunermendê navdar Ebdulqehar Zaxoyî dê konserekê li dar bixe.
Hat ragihandin ku dê dîmenên bêhempa yên fîşekên hewayî hebin.
Endamê Desteya Kargêriyê ya Tîma Zaxoyê Diljar Endan bangî xelkê kir ku çi li stadyumê û çi li malên xwe bi hev re fîşekên hewayî biteqînin da ku dîmenekî xweşik pêşkêşî cîhanê bikin.
Serok û serkirde û rayedarên Başûrê Kurdistanê jî bi peyaman alîgirên tîma futbolê ya Zaxoyê pîroz kirin.