Ronaldinho xatir ji lîstina futbolê xwest
Navenda Nûçeyan – Futbolîstê brêzilî û yê xwediyê xelatên “Goga Zêr”, Kupaya Cîhanî û Lîga Şampiyoneya UEFAyê Ronaldinho dev ji lîstina futbolê berda.
Futbolîstê navdar ê brêzilî Ronaldinho di 37 saliya xwe de dev ji futbolê berda.
Bira û menajerê Ronaldinho yê bi navê Robesto Assis biryara wî piştrast kir û ragihand dê ji bo Ronaldinho li Brêzilya, Ewropa, Asya û di asta tîma netewî de çend organîzasyon bêne pêkanîn.
Ronaldinho piştî Parîs Saint-Gemanin, Barcelona û Mîlan li Brêzilya jiyana xwe ya futbolê berdewam kir û ji sala 2015ê ve dernediket yariyên futbolê.
Di sala 2002yê de ligel Tîman Netewî ya Brêzilyayê Kupa Cîhanî, di sala 2006ê de ligel Barcelonayê Kupaya Lîga Şampiyoneya UEFAyê û di sala 2005ê de “Goga Zêr” wergirtiye.
(A.B)