Hewlêr (Rûdaw) - Li Stenbolê di çarçoveya operasyoneke li dijî bahîsên neyasayî de 8 kes hatin desteserkirin.
Di operasyonê de dest danîn ser 3 şirketan û tîma futbolê ya Diyarbekirsporê.
Diyarbekirspor di sezona 2025-2026an de di Lîga 3yemîn de cih digirt.
Tîm bi 25 puanan di rêza 11an de bû.
“Serokê berê xwediyê malpera bahîsê ye”
Gerînendehiya Ewlehiyê ya Stenbolê ragihand ku serokê berê yê klubeke sporê û birêvebirên wê xwediyên malpereke bahîsê ya neyasayî ne.
Hat diyarkirin, wan pereyên kuji vî karî bi dest dixistin bi rêya hinek tîmên sporê spî dikirin.
Li gorî lêkolînan, dahata ji bahîsên neyasayî bi rêya hesabên bankê yên klubê û hinek xebatkaran derbasî hesabên klubê dibûn.
8 kes hatin desteserkirin
Di çarçoveya lêpirsînê de li Stenbol, Enqere, Îzmîr, Hatay û Amedê di operasyonên hevdem de 8 gumanbar hatin desteserkirin.
Dest danîn ser 3 şirketan û Diyarbekirsporê
Di operasyonê de dest danîn ser 3 şirket, Diyarbekirspor, 6 otomobîl, 3 motosîklet, 7 apartman, 6 erd û kargehekê.
Her wiha di lêgerînan de dest danîn ser gelek materyalên dîjîtal jî.
Lêpirsîna derbarê gumanbaran didome.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse