Di pêşbirkeke navdewletî ya Wushuyê de 6 keçên Kurd medaliya bi dest xistin

17-09-2018
RÛDAW
Nîşan Werzişkarên Kurd Keçên Kurd Wushu Pêşbirka Ermenistanê Kirmaşan Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di pêşbirka navdewletî ya Ermenistanê ya bo Wushu û Kungfu de, 6 keçên werzişkar ên Kurd ên Kirmaşanî medaliya bi dest xistin.

 

Pêşbirka navdewletiya ya Eurasian Wushu Kungfu ku ji 10ê Îlonê ve li paytexta Ermenistanê dest pê kiribû, îro Duşemî 17ê Îlonê bi dawî hat û serkevtiyên wê pêşbirêka navdewletî hatin diyarkirin.

 

Ji parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê ve jî tîmeke keçan beşdarî pêşbirka navdewletiya Ermenistanê bûbû û her 6 keçên Kurd ên beşdar di pêşbirkê de karîn medaliyayên Zêr, Zîv û Boronz bi dest bixin.

 

Li gorî zanyariyan, 4 keçên Kurd ên bi navê Viyana Rehmetiyan, Meryem Samêrê, Seher Fexrî û Esel Necefî medaliyayên Zêr bi dest xistin.

 

Herwiha her yek ji Tîna Ferecî û Sitayiş Sipihrîniya jî medaliyayên Zîv û Boronz bi dest xwe ve anîn.

 

Piştî bi dawî hatina pêşbirkê, tîma wushukarên keç ên Kirmaşanî îro ji Yerîvan a paytexta Ermenistanê ve vedigere Tehran a paytexta Îranê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst