Metirsiya grevê ya li ser Kupaya Cîhanê: Karker garantiyê dixwazin
Hewlêr (Rûdaw) - Federasyona Navneteweyî ya Futbolê (FÎFA) û hejmareke şirketên hevpar ên FÎFAyê di Kupaya Cîhanê (Mondial) bê de, rûbirûyî gilî û tohmetbarkirinê bûne û 30 hezar karker gefê li lehengiyê dikin.
Havîna îsal, her yek ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Meksîka û Kanada, di maweyê 38 rojan de mazûvaniya Kupaya Cîhanêdikin û beşê zêde yê maçên lehengiyê li Amerîkayê bi rê ve diçin.
FÎFA û şirketa Sports Chronicle Entertainment, ji aliyê sendîkaya karkerên başûrê Kalîforniyayê ve gilî li wan hatiye vekirin.
Gilî her du aliyan tohmetbar dike bi pêkanîna sînoran li ser çûna endamên polîsê koç û gumrika Amerîkayê bo nav Stadyuma SoFiyê di dema maçên Kupaya Cîhanê de.
Sendîkaya karkerên başûrê Kalîforniyayê, di sektora mazûvaniyê de li başûrê eyaletê nûnertiya 30 hezar karkerî dike, di nav wan de du hezar karkerên xizmetguzariya xwaringeh û tîman di nav Stadyuma SoFiyê de hene.
Gilî çend şirketên cuda yên din jî li xwe digire, wekî şirketa birêvebira stadyumê, her wiha şirketa xwediyê stadyumê, ji xeynî FÎFA û şirketa taybet bi xizmetguzariya stadyumê.
Gilî li ser şirketên wekî Stanley Kroenke, xwediyê yek ji şirketên xwediyê tîma Arsenal a Îngilîzî û her wiha Gianni Infantino, serokê FÎFAyê, hatine vekirin.
Sedema giliyê pêwendiya wê bi binketina gihîştina rêkeftinê di navbera aliyên birêvebirên stadyumê û FÎFAyê li gel saziyên hikûmeta federal a li Kalîforniyayê heye.
Sedem jî negihîştina rêkeftinê derbarê girêbesta nû ya karê bikom e, li gel hebûna tirseke rasteqîn ji çûna endamên polîsê koç û gumrika Amerîkî û pasewanên sînor bo nav stadyumê û derdora wê di dema maçên Kupaya Cîhanê de.
Ew her du dezgeh (polîsê koç û gumrikê li gel nobedaran sînor) li nav Amerîkayê xwedê destûrê ne bi lêgerîna li pey koçberên neyasayî û desteserkirina wan û birina wan bo pêşberî dadgehê bi tohmeta nebûna mafê manê li Amerîkayê.
Sendîka ditirse ku polîsên wan her du dezgehan di dema maçên lehengiyê de, bi ser karkerên nav stadyumê û derdora stadyumê de bigirin bi hinceta nebûna mafê manê û wan dersînor bikin.
Ji xeynî wê jî, sendîka ji ber "krîza karkeran di rewşa neîstîqrara karkirinê û nebûna cihê niştecihbûnê di navçeya Inglewood a derdora stadyumê de" aciz e.
Di giliyê sendîkayê de hatiye: "Karker ditirsin ku bi zorê ji malên xwe yên nêzîkî stadyumê werin derxistin da ku cihên wan bibin niştingehên mawekurt ên alîgiran di dema Mondîalê de, yan jî kar were kirin ji bo ku kirêya manê li nêzîkî stadyumê gelekî were bilindkirin."
Sendîka daxwaza garantiyeke zelal û eşkere dike ku her yek ji FÎFA û şirketên hevpar pê ve pabend bin bi rêgirtina li gorî yasayê li çûna polîsê koç û gumrik û sînor bo nav stadyumê û derdora wê, her wiha parastina karê karkeran û dayîna cihê manê.
Kurt Petersen, serokê sendîkayê ragihand ku karker bi temamî amade ne ji bo mangirtinê di dema maçên Mondîalê de, eger daxwazên wan neyên bicihkirin.
Stadyuma SoFi ku 70 hezar kursiyan li xwe digire, mazûvaniya maça yekem a tîma neteweyî ya Amerîkayê di lehengiyê de dike.