15 Photos
Silêmaniyê (Rûdaw) – Yariyên di navbera tîmên îspanî, Real Madrîd û Barcelonayê de li Başûrê Kurdistanê bi germî tên şopandin.
Li cadeya sereke ya Silêmaniyê, Saholeke jî di dema el-Clasico de çayxane mist û tejî dibin.
Şeva derbasbûyî yariya di navbera Real û Barcayê de piştî nîva şevê bû, lê çayxaneyên Saholeke tejî bûn bi alîgirên herdu tîman.
Bajar di xewda bû, kolan vala bûn. Lê qelebalixa alîgirên Real û Barcayê, ev cade zindî kiribû. Di encamê de alîgirên Realê bi coş û xiroş, yên Barcayê jî bi xemgînî çûna mala xwe.