Amedsporê li Sariyerê 2 puan hiştin

Hewlêr (Rûdaw) – Amedspor di maça hefteya 26an a Lîga 1emîn a TFFyê de bû mêhvanê Sariyerê û her du tîm wekî hev man.

Amedspor di çarçoveya maça hefteya 26an a Lîga 1emîn a TFFyê de li deplasmanê derket pêşberî Sariyerê.

Maç li Stadyuma Yusuf Ziya Onîş hat lîstin û nîva yekem bi serdestiya Amedsporê bi dawî bû.

Di xuleka 16an de Dmitrov gog avêt nava qadê, Silvayê lîstikvanê Sariyerê bi xeletî gog şand tora tîma xwe û Amedspor 1-0 ket pêş.

Karta sor hevsengî guhert

Lîstikvanê Amedsporê Hasan Alî Kaldirim xuleka 60î ji ber faulê karta zer a duyem stamd û bi karta sor ji lîstikê hat derxistin.

Amedsporê piştî xuleka 60î neçar ma ku bi 10 lîstikvanan maçê bidomîne.

Penaltî

Hakemê maçê Burak Pakkan xuleka 80yê penaltî da Sariyerê û lîstikvanê wê Eze penaltî kir gol û encam bû 1-1.

Di maçê de ti golên din nehatin avêtin û Amedsporê li Sariyerê 2 puan hiştin.

Amedspor bi vê encamê puanên xwe kirin 51 û ferqa di navbera wê û lîder de derket 3yan.