Vansporê li mala xwe zora Bodrumê bir: 3-1

Hewlêr (Rûdaw) - Vanspor FKyê di çarçoveya hefteya 26an a Lîga 1emîn a Trendyolê de li mala xwe derket pêşberî Bodrum FKyê û bi encama 3-1 bi ser ket.

Vanspor FKyê  di hefteya 26an a Lîga 1emîn a Trendyolê de li stadyuma xwe mêvandarî li Bodrum FKyê kir.

Lîstivakanê Bodrum FKyê Îsmaîl Tarim di xuleka 22yan de golek avêt û tîma xwe 1-0 pêş xist.

Nîva yekem bi serdestiya Bodrumê bi dawî bû.

Vansporê di nîva duyem de toza xwe avêt.

Lîstikvanê Vansporê Jefferson di xulekên 51 û 65an de du gol avêtin tora Bodrumê.

Gola din a tîma Wanê di xuleka 55an de Ivan Cedric avêt.

Vanspor bi skora 3-1 bi ser ket û serkeftineke girîng bi dest xist.

Bi vê encamê puanên Vansporê derketin 38an, puanên Bodrum FKyê jî li 45an man.