Barcelonayê Newcastle United hetikand: 7-2
Hewlêr (Rûdaw) - Barcelonayê di maça rovanşê ya qonaxa 16 tîmên dawî ya Lîga Şampiyonan de, li mala xwe Newcastle United 7-2 têk bir.
Tîma Katalanan bi vê encama dîrokî derbasî çaryeka fînalê bû.
Barcelonayê di rovanşa maça ku 1-1 qediyabû de lehî û tofan li serê nûnera Îngilistanê rakir.
Stêrka Brezîlyayî Raphinha bi 2 gol û 2 asîstan mohra xwe li maçê da.
Lewandowski jî di 5 xulekan de 2 gol kirin.
Barcelona û Newcastle şeva borî di maça rovanşê ya qonaxa 16an a Lîga Şampiyonan a UEFAyê de li Camp Nouyê hatin pêşberî hev.
Maça ewil a li St. James Parkê bi wekheviya 1-1 bi dawî bûbû.
Di maça rovanşê de jî nîvê yekem bû sehneya dueloya golan û 3-2 bi serkeftina Barcelonayê xelas bû.
Serkeftina dîrokî ya Barcelonayê
Barçaya ku bi gola penaltiyê ya Yamal bi encama 3-2 çûbû jûra cilguherînê, 7-2 bi ser ket û navê xwe li çaryeka fînalê nivîsand.
Golên ku serkeftin ji bo Barcelonayê anîn, xulekên 6 û 72yan ji aliyê Raphinha, xuleka 18an ji aliyê Marc Bernal Casas, xuleka 45an bi penaltiyê ji aliyê Lamine Yamal, xuleka 51ê ji aliyê Fermîn Lopez û xulekên 56 û 61ê jî ji aliyê Robert Lewandowski ve hatin avêtin.
Barcelona dê di nîvfînala Lîga Şampiyonan de bi Atletico Madridê re bilîze.