Liverpoolê bêhna Galatasarayê çikand: 4-0
Hewlêr (Rûdaw) - Liverpoolê di qonaxa 16 tîmên dawî ya Lîga Şampiyonan a UEFAyê 4-0 zora Galatasarayê bir.
Galatasaray di maça yekem de 1-0 bi ser ketibû lê Liverpool li Anfieldê 4-0 bi ser ket û Galatasaray destevala şand Stenbolê.
Liverpoolê gol barandin
Liverpool bi gola Szoboszlai ket pêş, Ekitike gola duyem avêt û Gravenberch ferq kir sisê.
Salah jî bi gola çarem encama maçê diyar kir: 4-0.
Bi vê encamê re nûnera Îngilistanê bi encama giştî ya 4-1 navê xwe li çaryeka fînalê nivîsand.
Galatasarayê jî xatir ji Lîga Şampiyonan xwest û vegeriya mala xwe.
Liverpool dê di nîvfînala Lîga Şampiyonan de bi Paris Saint-Germainê (PSG) re bilîze.