Amedspor dê bi Bandirmasporê re maçeke krîtîk bilîze
Hewlêr (Rûdaw) - Sê hefte beriya bidawîhatina sezonê, tîma Amedsporê di Lîga Yekemîn a Tirkiyeyê de maçeke gelekî girîng dilîze.
Amedspor dê îro demjimêr 16:00an li deplasmanê li hemberî tîma Bandirmasporê derkeve stadê.
Amedspor bi moraleke bilind xwe ji bo vê maçê amade kiriye.
Tîma kesk û sor dixwaze bi serkeftinê wekheviya maça Umraniyesporê ji bîr bike.
Armanca sereke ew e ku tîm di pêşbirka Super Lîgê de bi hêz bixebite.
Her çi qas Amedspor li deplasmanê bilîze jî îsal performanseke gelekî baş nîşan dide.
Ji ber vê yekê hevrikên wê bi çavekî mezin li tîma Bakurê Kurdistanê dinêrin.
Di maça îro de lîstikvan Hasan Alî Kaldirim ji ber seqetiyê nalîze lê lîstikvanên din ên Amedsporê ji bo maçê amade ne.
Rêza Amedsporê û hesabên şampiyoniyê
Amedspor niha di Lîga Yekemîn a Tirkiyeyê de bi 72 puanan di rêza duyan de ye.
Amedspor bi 2 puanan li pêşiya tîma Eroksporê ye.
Tenê 3 maç mane ku sezon biqede.
Heger Amedspor di 3 maçan de 2 serkeftin û wekheviyekê bi dest bixe, dê rasterast derkeve Super Lîgê.
Rekora Mbaye Diagne
Ev maç ji bo êrişbirê Amedsporê Mbaye Diagne jî derfeteke mezin e ku heta niha 28 gol kirine.
Heger ew golekê bike, dê rekora lîstikvanê berê yê Altayê Marco Paixao wekhev bike ku wî di sezonekê de 29 gol kiribûn.
Amedspor piştî maça Bandirmasporê dê 2 maçên din bilîze.
Tîma Amedê dê li mala xwe bi Bodrumsporê re û li deplasmanê jî bi tîma Îdirê re derkeve stadê.