Amedspor têk çû: Rêya Lîga Super ket metirsiyê
Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Ameda Bakurê Kurdistanê Amedspor, di hefteya 36an a Lîga 1emîn a TFFyê de bû mêhvana Bandirmasporê.
Ev maç di rêya Lîga Super de ji bo Amedsporê gelekî girîng bû.
Biryarên hakem ên di maçê de bûn sedema nîqaşan.
Amedspor di vê maçê de bi encama 2-0 têk çû û di rêya Lîga Super de derbeke giran xwar.
Amedspor bi 10 kesan ma
Di Lîga 1emîn a TFFyê de tenê 2 hefte mane ku lîg biqede.
Amedspor di hefteya 36an de li deplasmanê derket hemberî Bandirmasporê.
Maç li Stadyuma 17 Eylulê dest pê kir. Her du tîman jî di nîvê yekem de hewl da golê biavêjin lê bi ser neketin.
Hakemê maçê Ozan Ergun xuleka 36an karta zer nîşanî lîstikvanê Amedsporê Murat Uçar da.
Piştî îtirazan hakem Ozan Ergun çû ber VARê.
Hakem piştî kontrola VARê xuleka 39an de biryara xwe guherand û karta sor da Murat Uçar.
Bi vê biryarê Amedspor bi 10 kesan ma.
Xeletiyên hakem mohra xwe li maçê xist
Di xulekên zêdek ên nîvê yekem de Mbaye Diagne ji lêdana goşeyê gokek wergirt lê nekarî biavêje nav torê.
Lîstikvanên Amedsporê ji ber destdana golê ya lîstikvanekî Bandirmasporê benda penaltiyê bûn lê hakem daxwaza wan red kir.
Amedsporê bi armanca sê puanan dest bi maçê kiribû lê nîvê yekem 0-0 bi dawî bû.
Amedsporê nîvê duyem bi 10 kesan dest pê kir lê di destpêkê de êrişî qeleya reqîbê xwe kir.
Du golên li pey hev
Amedsporê di xulekên 59 û 62yan de du golên bêşans xwarin û bi 2-0 ket paş.
Di nîvê duyem de jî karta zer a Sînan Kurt û redkirina daxwaza penaltiyê bûn cihê nîqaşê.
Di xulekên mayî de gol nehatin avêtin û Amedspor 2-0 têk çû û xwe di rêya Lîga Super de ji 3 puanên krîtik kirin.
Avantaj ket destê Eroksporê
Amedspor bi vê têkçûnê ji sê puanan bû û bi 72 puanan daket rêza sêyem.
Eroksporê jî zora Keçiorengucuyê bir û bi 1-0 bi ser ket.
Puanên Eroksporê bûn 73 û di rêya Lîga Super de avantaja rêza duyem bi dest xist.
Tenê du maçên Amedsporê mane. Amedspor dê hewl bide di wan her du maçan de jî bi ser bikeve û bigihîje armanca xwe ya Lîga Super.
Li aliyê din, Erzurumspora lîder bi Bodrumsporê re 1-1 wekhev ma û xwediyê 79 puanan e.
Tê payîn ku Erzurumspor hefteya bê şampiyoniya xwe ragihîne.