Erdogan Batman Petrolspor pîroz kir

18 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Batman Petrolspor Recep Tayyîp Erdogan Êlih
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, Batman Petrolspora ku derket Lîga 1emîn pîroz kir.

Erdogan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir.

Erdogan di peyama xwe de wiha got:

"Ez Batman Petrolspora ku bi performanseke serkeftî derket Lîga 1emîn a TFFyê û hemû birayên xwe yên Êlihî ji dil pîroz dikim.

Ez di sezona pêşiya me de di Lîga 1emîn a TFFyê de ji Batman Petrolsporê re serkeftinê dixwazim."

Hefteya borî tîma futbolê ya Batman Petrolsporê, di Lîga Duyem a Koma Spî de li deplasmanê bi encama 3-2 zora Sîncan Belediye Ankarasporê bir.

Bi vê serkeftinê re Batman Petrolsporê 3 hefte beriya bidawîbûna lîgê şampiyoniya xwe ragihand û derket Lîga Yekem a Tirkiyeyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst