Tîma Mêrdînê li deplasmanê bi ser ket lê rastî êrişê hat
Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Mardin 1969 Sporê ya Mêrdîna Bakurê Kurdistanê di maça krîtîk a Koma Sor a Lîga 2yem de li deplasmanê Gebzespor 2-1 têk bir.
Lê piştî serkeftina li qadê, tîma Mêrdînê rastî êrişa alîgirên tîma mazûvan û komên êrişkar hat.
Tîma Mardin 1969 Sporê bi 3 puanan ji qadê veqetiya lê piştî maçê qad tevlihev bû.
Hinek lîstikvanên tîma Mêrdînê rastî êrişê hatin û hatin derbkirin.
Rojnameger jî bûn armanc
Ev bûyer bûn sedem ku kêfxweşiya serkeftinê nîvco bimîne.
Di van aloziyan de ji bilî lîstikvanan rojnamegerên li ser kar jî bûn armanca êrişan.
Heqaretên giran li rojnamegeran hatin kirin ku ji Mêrdînê ji bo şopandina maçê çûbûn maça li deplasmanê.
Polîsan rê li ber hewla lînckirinê girt
Piştî ku bûyer mezin bûn û alozî zêde bû polîsan midaxeleyî rewşê kir.
Bi saya tedbîrên ewlehiyê yên berfireh û korîdora ku ji aliyê polîsan ve hatibû avakirin, karwanê Mardin 1969 Sporê di kêliya dawiyê de ji hewleke lînckirinê rizgar bû.
Piştî êrişan tîma Mêrdînê di bin tedbîrên giran ên ewlehiyê de ji bajêr derket.
Ev bûyerên skandal di raya giştî ya werzişê de bûn sedema bertekên tund.