Mesrûr Barzanî ji bo tîmên Dihok û Zaxoyê got: ‘Kurdistan bi ser ket’
Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo serkeftina tîmên Dihok û Zaxoyê ya di Kupaya Îraqê de peyamek belav kir û got, “Kurdistan bi ser ket.”
Tîma futbolê ya Dihokê li Bexdayê li hemberî tîma futbolê ya Zaxoyê 5-3 bi ser ket û bû şampiyon.
Tîma Dihokê di maça fînalê de bi penaltiyan 5-3 zora Zaxoyê bir û bû şampiyona Kupaya Îraqê û tîma Zaxoyê jî pileya duyem bi dest xist.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê fermî yê Facebookê peyamek belav kir û tê de wiha got:
“Ji ber serkeftina di Kupaya Îraqê de ku Dihok bû yekem û Zaxo jî bû duyem, ez her du tîman pîroz dikim û hêviya serkeftinên berdewam ji wan re dixwazim.
Girîng ew e ku Kurdistan bi ser ket.”
Heta niha tîmên Zaxo û Dihokê 23 caran hatine pêşberî hev.
Di 16 maçan de wekhev mane, Zaxo 2 caran bi ser ketiye û Dihok jî bi serkeftina îşev re bi giştî 8 caran bi ser ketiye.
Kupaya Îraqê ji sezona 1948-1949an û vir ve tê lidarxistin.
Ji Herêma Kurdistanê, tîma Hewlêrê sezona 2022-2023yan derketibû fînalê lê bi encama 1-0 li hemberî Al-Quwa Al-Jawiyayê têk çûbû.
Tîma ku dibe şampiyon, mafê beşdariya Kupaya AFC-2yê ya sezona nû bi dest dixe.
Her wiha her du tîmên ku derdikevin fînala Kupaya Îraqê, sezona bê dê di Kupaya Super a Îraqê de bilîzin.
Tîma Zawrayê bi 16 şampiyoniyan, di vî warî de xwedî rekor e.
Sezona borî jî tîma Şurteyê bi golekê zora Al-Quwa Al-Jawiyayê biribû û kupa rakiribû.
Di dîroka Kupaya Îraqê de tîma ku di maçekê de herî zêde gol avêtine, tîma Ceyşê ye ku sala 1987an 14 gol avêtibûn tîma Babilê.