Vansporê pişta Sivassporê neanî xwarê

Hewlêr (Rûdaw) - Vanspor di hefteya 6emîn a Lîga Yekemîn a Trendyolê de li mala xwe bi Sivassporê re 0-0 wekî hev ma.

Vansporê di hefteya 6emîn a Lîga Yekemîn de mazûvaniya Sivassporê kir.

Maça ku li Stadyuma Bajêr a Ataturkê ya Wanê hat lîstin bêyî gol bi dawî bû.

Bi vê encamê re Vansporê puanên xwe kirin 9 û Sivassporê jî puanên xwe derxistin 5an.

Temaşevan nebûn

Ji ber cezayê ku Vansporê ji sezona borî wergirtibû, maç bêyî temaşevanan hat lîstin.

Alîgir ji stadyumê dûr bûn lê li bajêr maç bi eleqeyeke mezin hat şopandin.

Rahênerê Vansporê Hakan Kutlu piştî maçê di civîna çapemeniyê de diyar kir ku wan planên xwe yên beriya maçê pêk neanîne.

“Em di rojeke ne baş de bûn”

Kutlu destnîşan kir ku wekî tîm enerjiya wan kêm bû û got:

"Lîstikvanên me yên ku dest bi maçê kir û her wiha hevalên ku paşê ketin maçê jî neşiya zêde alîkariyê bikin.

Tevî vê yekê jî me tenê pozîsyonek da reqîbê xwe. Pozîsyonên me jî hebûn. Em di rojeke ne baş de bûn. Reqîbê me jî di rojeke ne baş de bû."