Hewlêr (Rûdaw) – Kaptanê berî yê Dalkurdê Birwa Nûrî şevê din di Lîga Ewropayê de golek avête Galatasarayê û lîstok 1-1 bidawî bû. Di yariya yekemîn de jî Saman Godoş li hember Galatasarayê golek tomar kiribû. Piştî encamên giştî tîma Galatasarayê hate vavartin û ji Lîga Ewropayê UEFA, derket.
Tîma Galatasaray a Tirkiyê û tîma Swêdê Östersunds di çarçoveya vavartinên yariya duyemîn a pêş gihiştina koman Lîga Ewropayê, hatine hemberî hev. Lîstoka şevê din di mala Galatasarayê de hate lîstin, 1-1 bi dawî bû û bi vî awayî tîma Galatasarayê nekarî biçe Lîga Ewropayê.
Di yariya şevê dine de futbolîstê kurd û kaptanê berê yê tîma Dalkurdê Birwa Nûrî, di xuleka 60 de bi penaltiyê golek tomar kir.
.jpg)
Tîma Galatasarayê di xuleka 69ê de bi lingê futbolîst Ahmet golek peyda kir lê lîstok 1-1 bi encam bû.
Di yariya yekemîn de tîma Östersundsê karîbû li hember Galatasarayê bi 2-0 serbikeve. Di vê yariyê de gola yekemîn lîstikvanê kurd Saman Goddoş tomarkiribû.

Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse