Vê carê çênebû, Amedspor destevala vegeriya

Hewlêr (Rûdaw) - Amedspora ku hefteyên dawiyê wekî bizotên êgir bû vê hefteyê hezkirên xwe dilxweş nekirin.

Amedspor di hefteya 6emîn a Lîga Yekemîn a Trendyolê de li deplasmanê bi Sakaryasporê re lîst û 2-1 têk çû.

Her du tîman jî bi lez dest bi 45 deqeyên destpêkê kir û hîn di deqeyên ewil de derfetên golan dîtin lê Amedsporê yekem gol tomar kir.

Amedspor xuleka 25an bi gola Mbaye Diagne 1-0 ket pêş.

Sakaryasporê xuleka 44an wekhevî bi dest xist û nîvê yekem ê maçê bi encama 1-1 bi dawî bû.

Sakaryaspor xuleka 66an bi gola penaltiyê 2-1 bi pêş ket û maç bi vê encamê qediya.

Performansa sezonê

Amedspora ku di bin rahêneriya Mehmet Altiparmak de ye destpêka sezonê li hemberî Çorum FKyê 2-0 têk çûbû.

Pişt re tîm bi Erzurumsporê re 2-2 wekhev ma û li pey wê bi serkeftinên li hemberî Sivassporê (4-2), Adana Demirsporê (8-1) û Pendiksporê (2-1) rêya xwe domand.

Amedspor niha bi 10 puanan di rêza 7an de ye.

Amedspor dê 25ê Îlonê li mala xwe bi Sariyerê re bilîze.