Barcelonayê malika Olympiakosê li mîrata reş gerand

Hewlêr (Rûdaw) - Barcelonayê Lîga Şampiyonan li Olympiakosê kir jehr û 6 û 1 zora wê bir.

Barcelona û Olympiacos di maça hefteya 3yemîn a Lîga Şampiyonan a UEFAyê de li Stadyuma Olîmpiyatê ya Lluis Companysê ya li bajarê Barselonayê yê Spanyayê hatin pêşberî hev

Fermin Lopez hat-trick kir

Lîstikvanên Barcelonayê Fermin Lopez 3 gol, Marcus Rashford 2 gol û Lamine Yamal jî golek kir.

Eyûb El Kaabî xuleka 54an gola yekane ya tîma mêhvan kir.

Barcelonayê di navbera xulekên 68 û 79an de 4 gol kirin.

Tîma di bin birêvebiriya rahênerê Alman Hansi Flick de bi vê encamê re serkeftina xwe ya duyem bi dest xist û puanên xwe derxistin 6an.

Olympiacos jî destevala vegeriya û ew û serê puaneke xwe ya berê man.