Medrîd (Rûdaw)- Tîmên navdar ên Spanya, Real Madrîd û Barcelona dê îşev li nava Stadyuma Santiago Bernsbeu a Medrîd bên hemberî hev. Dê 81 hezar kes tê di nava wê statuyê de amade bibe.
Santiago Bernsbeu sala 1944 hatiye avakirin û di mûzeya wê de hemû dîroka Real Madrîd hatiye parastin. Rûdaw jî li wê statuyê amade ye.
Di çarçoveya lîstikê lîga sûper a Spanyayê de, Barcelona îşev mêvana Real Madrîdê ye. Lîstik dê saet 20:15 bi dema Hewlêrê li yarîgeha Santiyago Bernabio ya bajarê Barcelonayê were lîstin.
Lîstika wan tîman bi navê “Classîco” (Kilasîko tê xwendin) tê nasîn.
Ji ber bûyerên Parîsê, Classîcoya îsal dê di bin tedbîrên tund ên ewlehiyê de were lîstin û zêdetirî 3 hezar polîs dê ewlehiya yarîgehê biparêzin.
Tîma sporê ya Rûdawê dê girîngiyek taybet vê lîstikê çimkî gellek alîgirên Real Madrîd û Barcelonayê hene û bi heyecanek mezin li benda lîstikê ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse