Hewlêr (Rûdaw)- Lîstika pêşî ya gera berî dawiyê ji şampiyoniya Ewropayê îşev dest pê dike û sibe jî lîstika duyem birêve diçe.
Îşev, 22.04.2014, li yarîgeha Visente Kalderon li Spaniyayê tîma Atletico Madrid pêşwazî li tîma Chelsea ya Înglîzî dike.
Tîma A. Madrîd piştî ku li tîma Barselonayê bir, derbasî qonaxa berî dawiyê ji şampyonya Ewropayê bû, herwiha tîma Chelsea jî bi şikandina tîma Paris Saint Girman derbasî vê qonaxê bû.
Lîstika demjimêr 21:45 bi dema Hewlêrê, 18:45 bi dema Ewropayê birêve diçin.
Lîstika vegerê jî dê li yarîgeha Chelsea, Old Trafford birêve biçe û li gor encamên lîstika çûn û vegerê dê yek ji her du tîman bilîta derbasbûna lîstika dawî bidest bixe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse