Amedsporê bersiv da rexneyan: Em dê bi her awayî derkevin Lîga Super!

Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Amedsporê ya ku di Lîga 1emîn a Tirkiyeyê de di du maçên dawî de encamên nebaş standin, bi birêvebirî, rahêner û lîstikvanên xwe bangî alîgiran kir ku bibin yek.

Birêvebiriya Amedsporê destnîşan kir ku baweriya wan a bi derketina Lîga Super tam e û bertek nîşanî rexne û heqaretên giran ên li ser medyaya civakî da.

Birêvebiriya Amedsporê, desteya rahênanê û lîstikvanan li Tesîsên Şêxmûs Ozer civîneke çapemeniyê li dar xist.

Nahît Eren: Em lêborînê dixwazin

Serokê Amedsporê Nahît Eren diyar kir ku wan li ser daxwaza desteya rahênanê û birêvebiriyê ev civîn li dar xistiye û tekez kir ku ew pêşbirkeke adil dixwazin.

Nahît Eren li ser biryarên hakeman jî wiha got:

"Dema em lîder bûn jî û dema me puan winda kirin jî ev ekîb hebû. Eger me avantaja xwe ji dest dabe, divê em lêborîna xwe bixwazin.

Rewşên ku bandor li encama maçê kirin çêbûn. Me heta niha qet qala hakeman nekir.

Piştî vê maçê me bi Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) re hevdîtin kir. Me xwest ku li maçê bê temaşekirin.

Em pêşbirkeke wekhev û adil dixwazin. Mixabin di pêvajoya dawî de me dît ku hesta edaletê zerer dîtiye.

Raya giştî jî dît ku em mafdar in. Em dê xwe nesipêrin van tiştan û em dê bi ser kevin.

Banga me ji bo malbata Amedsporê ev e; em bibin yek. Em dê derkevin Lîga Super."

"Şaşiyeke min hebe ez lêborînê dixwazim lê niha dema piştgiriyê ye"

Rahêner Mesut Bakkal bertek nîşanî zext û rexneyên li ser tercihên xwe yên lîstikvanan da û got, ew ji herk esî zêdetir ji bo şampiyoniyê hewl dide.

Bakkal di axaftina xwe de wiha got:

"Me biryar da ku piştî têkçûnê em civînekê li dar bixin. Ez ew kes im ku berê jî dema gotin 'nikare bike' hatim vir û min tîm kir şampiyon.

Hinekî sebir bikin, aram bin. Eger şampiyonî dê bi vî awayî be, ez dikarim niha tavilê biçim.

Ji roja ku ez hatime, tê xwestin ku ez li gorî kesan lîstikvanan bilîzînim. Ez nikarim li gorî kesan lîstikvanan bidim lîstin.

Piştî ku sezon bi dawî bû, hûn çi bixwazin bibêjin, lê niha dema yekîtiyê ye. 54 roj in ez li vir im, min hîn li derve xwarin nexwariye.

Em bi awayekî xurt dixebitin. Binêrin di dema ku divê em bibin yek de çi dikin.

Ma ev ew qas zor e? Ma piştgiriya Amedsporê ew qas zor e? Şaşiyeke min hebe ez lêborînê dixwazim.

Ez ji herkesî zêdetir dixwazim ku bibe şampiyon. Dema em bûn şampiyon jî me ew qas zext nedît."

"Em di odeya cilguhertinê de mirin"

Kaptan û qeleparêzê tîmê Erce Kardeşler, qala xemgîniya lîstikvanan a piştî têkçûnê kir.

Erce Kardeşler diyar kir ku ew ji alîgiran piştgiriyeke erênî hêvî dikin û got:

"Dema hûn rexne dikin, bizanin ku em jî mirov in û em xemgîn dibin. Wê rojê piştî têkçûnê em hemû mirin.

We rewşa me ya di odeya cilguhertinê de bidîta, hûn dê rûniştana û bigiriyana.

Dema em derdikevin qadê, em dixwazin ya herî baş bikin. Em dê vê têkoşînê bidomînin.

Kes nikare bibêje Erokspor dê her du maçan jî bi ser keve. Em bibêjin Erokspor bi ser ket.

Hîn play-off heye. Em dê her du maçan jî bi ser kevin û derkevin Lîga Super.

Em dê vê bi hev re bikin. Pêdiviya me bi piştgiriya we ya erênî heye.

Ez jî xemgîn im lê dema em derdikevin qadê, em bala xwe didin serkeftinê. Em dê bi vê tîmê derkevin Lîga Super."

"Em ne xwedayên futbolê ne"

Lîstikvanê golker Mbaye Diagne destnîşan kir ku di nav tîmê de ti pirsgirêk tune û baweriya wî ya bi armanca Lîga Super tam e.

Diagne got, "Em dê derkevin Lîga Super, ez heta dawiyê piştrast im. Em dê bi her awayî derkevin.

Tîm xebatên xwe didomîne. Her kesê li vir xwedî îrade ye. Helbet em ji ber maça dawî xemgîn in.

Divê alîgirên me piştgiriya xwe nîşanî me bidin û divê nîşan bidin ku baweriya wan bi me heye.

Divê nîşan bidin ku baweriya wan bi hemû tîmê heye. Helbet rexne tên kirin.

Divê em bihêz bin û rêya xwe bidomînin. Me ji ber şaşiyên xwe maç winda kir.

Em futbolê dilîzin; em ne xwedayên futbolê ne. Em peyamên erênî û neyînî yên alîgiran distînin."

"Amedspor rihê me ye, zimanê me ye, berxwedan e"

Kaptanê duyem Çekdar Orhan jî bertek nîşanî hedefgirtina hinek lîstikvanan da û bal kişand ser nasnameya Amedsporê:

"Murat û Celal lîstikvanên ku di qadê de sedî sedê xwe didin in. Bavê Murat sal û nîvek berê wefat kir.

Armanca wî ya yekane ew e ku Amedsporê bike şampiyon û vê şampiyoniyê diyarî bavê xwe û vî gelî bike.

Bila yên ku heqaretê li me dikin ji bîr nekin ku Amedspor çi ye. Amedspor rihê me ye, zimanê me ye, berxwedan e."

"Nirxên me li kû man?"

Kaptan Mehmet Yeşîl anî zimên ku bertekên tund ên ji nav civaka Amedsporê tên lîstikvanan diêşînin û nirxên civakî bi bîr xist.

Yeşîl got, "Dema em ji bo wan têdikoşin, civaka me li hev dixe. Murat û Celal çi ji destê wan tê dikin.

Bila rexne bikin lê bila piştgiriyê jî bidin. Di nava Kurdan de rêz ji bo jinan heye. Ma dayîkên me ne jin in?

Ma nirxên me li kû man? Ev zererê didin me. Ne dawiya dinyayê ye, 2 maç mane.

Bila lîg biqede, eger em nebin şampiyon wê demê rexne bikin."

"Me hêviya xwe winda nekiriye"

Florent Hasani jî di civînê de axivî û destnîşan kir ku pêşbirka şampiyoniyê neqediyaye û wiha got:

"Me hêviya xwe winda nekiriye. 4-5 hefte berê avantajeke me ya 4 puanan hebû, niha me winda kir.

Em dikarin vê Yekşemê avantajê dîsa bi dest bixin. Du maç mane.

Di hişê me hemûyan de tenê tiştek heye, ew jî derketina Lîga Super e. Em dê ji bo vê her tiştî bikin.

Kêmîneyeke biçûk heye ku gotinên nebaş dibêje; em rexneyan qebûl dikin lê em ji alîgiran hêvî dikin ku piştgiriya me bikin."