Keçika ji Êlihê Mizgîn 27 caran rekor şikand

22-06-2017
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Xelka Êlihê Mizgîn Ay di du salan de di beşa atletîzmê de 27 caran bû rekortmena Tirkiyê.

Mizgîn Ay û malbata wê ji bo ku bixebitin ev demeke dirêj e li Beypazariya navçeya Enqereyê dijîn. Mizgîn Ay diyar kir ku ew ev 10 sal e bi atletîzmê re dixebite û got: "Ez dixwazim bibim Usaîn Bolt a jin."

Mîzgînê got ku ew bi saya mamosteyê xwe yê dibistanê Muhsîn Sosyal gihîştiyê vê astê û wiha axivî:

"Xwedê ji mamosteyê min razî be. Ez niha ji bo tîma Fenerbahçeyê dixebitim. Ez ji Usaîn Bolt gelek hez dikim. Ez bawer im ku ez dê wî rojekê nas bikim. Eger ez bibim werzişkareke baş ez dê wî nas bikim. Gava ez nû diketim pêşbaziyan tu kesî ez nas dekim. Piştî ez serkeftî bûm her kesî ji min ra gotin 'Ev Usaîn Bolta Tirkiyeyê ye.' Kêfa min gelekî bi vê gotinê re hat û ew roj û ev roj hê dibêjine min Usaîn Bolta me. Tişta ji destê min tê ez dê bikim înşellah."

Mîzgîn Aya ku 17 salî got ku dê di bêşa 100, 200, 4x100 û 4x400 mêtroyî de serkeftî bûye û gelek rekor bi dest xistine û wiha got:

"Min 27 rekor bi dest xistin. Ev hemû min 2 salan de qezenc kirin. Înşellah ez dê vê rekorê hê pêşve bibim." (aa)



Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst