Peyama Amedsporê ji bo Boluyê: Em amade ne!

Hewlêr (Rûdaw) – Amedspor di hefteya 14emîn a Lîga 1emîn a Trendyolê de îro dibe mêvanê Bolusporê.

Tîma kesk û sor, piştî antrenmana xwe ya dawî peyameke xurt da û got, "Em amade ne."

Di daxuyaniya nivîskî ya tîmê de hat gotin ku tîmê di bin çavdêriya heyeta teknîkî de antrenmaneke bi tempo û giraniya taktîkî pêk aniye û ev peyam hat dayîn:

"Tîma me, berî maça Bolusporê ya deplasmanê, antrenmana xwe ya dawî temam kir. Em amade ne, em bi biryar in, baweriya me tam e!"

Di daxuyaniyê de hat teqezkirin ku ahenga di nava tîmê de û xwesteka têkoşînê di asta herî jor de ye û lîstikvan bi motîvasyoneke mezin li benda maça Bolusporê ne.

Armanca Amedsporê ew bi serkeftî ji deplasmanê vegere û di pêşbirka lûtkeyê de gaveke din a krîtîk biavêje.

Di tîma di bin birêvebiriya Sînan Kaloglu de moral bilind e û di nav birêvebiriya tîmê de jî baweriya serkeftinê hakim e.

Maça ku dê îro saet 16:00an bê lîstin, wekî yek ji ezmûnên herî girîng tê dîtin ku dê rasterast bandorê li çarenivîsa Amedsporê ya di lîgê de bike.