Denîzê Kurd bi hat-trickê tofan li serê Dortmundê rakir
Hewlêr (Rûdaw) - Di maça Lîga Almanyayê (Bundesliga) de, VfB Stuttgart li deplasmanê bi saya 3 golên lîstikvanê Kurd Denîz Undav li hemberî Borussia Dortmundê 3-3 wekî hev ma.
Undav di dema zêdekirî ya maçê de gola wekheviyê tomar kir û tîma xwe ji têkçûnê rizgar kir.
Maç li Stadyuma Signal Iduna Parkê ya Dortmundê hat lîstin û ji ber ku her du tîm di rêzbendiya lîgê de nêzîkî hev bûn, pêşbirkeke bi kelecan derket holê.
Dortmundê bi golên Emre Can (xuleka 34an ji penaltiyê) û Maximilian Beier (xuleka 41ê) nîvê yekem 2-0 li pêş qedand.
Vegera Stuttgartê bi saya Denîzê Kurd
Stuttgart di nîvê duyem de bi saya Denîz Undav bi hêz vegeriya.
Undav xuleka 47an gola yekem û xuleka 71ê de jî gola wekheviyê tomar kir û skor bû 2-2.
Dortmund xuleka 89an bi gola Karim Adeyemi careke din ket pêş û skor bû 3-2.
Dema ku dihat payîn maç bi vî awayî bi dawî bibe, Denîzê Kurd xuleka 90+1ê de derket ser dikê û bi gola xwe ya sêyem encam diyar kir: 3-3.
Denîz Undav bû Lîstikvanê Maçê
Denîz Undav ji ber performansa xwe ya bilind wekî 'Lîstikvanê Maçê' hat hilbijartin.
Ev duyemîn hat-tricka Undav a di kariyera wî ya Bundesligayê de bû.
Her çend penaltiya ku bû sedema gola yekem a Dortmundê wî kiribe jî, wî bi 3 golên xwe xeletiya xwe telafî kir û puenekî zêrîn ji tîma xwe re anî.
Stuttgart di hefteya 11an an Bundesligayê de bi 22 puanan di rêza 5an de cih digire.