Amedsporê ji bo Leyla Zanayê biryar da, maça Igdirsporê ji bo jinan belaş e
Hewlêr (Rûdaw) - Amedsporê wekî bertekekê li hemberî heqaretên nijadperest û zayendperest ên ku ji trîbunên Bursasporê li siyasetmedara Kurd Leyla Zanayê hatin kirin, biryar da ku deriyên xwe di maça Igdirsporê de ji bo alîgirên jin bê pere veke.
Seroka Duyem a Amedsporê Şeyda Arslantaşê got, "Em dê bi zêdekirina hejmara jinan a li trîbunan bersiva herî xweşik bidin êrişan."
Di maça Bursaspor û Somasporê ya ku 16ê Kanûna Pêşîn hat lîstin de, komek alîgirên Bursasporê bi dirûşmeyên nijadperest û dijûnan siyasetmedara Kurd Leyla Zana kiribûn hedef.
Birêvebiriya Amedsporê li hemberî van êrişan biryareke hevgirtinê stand û ragihand ku maça Amedspor û Igdirsporê ya ku dê 28ê Kanûna Pêşîn were lîstin, dê ji bo jinan belaş be
"Êriş li dijî nasnameya jinê û pêvajoya aştiyê ye"
Seroka Duyem a Amedsporê Şeyda Arslantaş ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û diyar kir ku êrişên li hemberî Leyla Zanayê ne tesaduf in û rasterast nasnameya jinê û têkoşîna jinên Kurd dikin hedef.
Arslantaşê bi bîr anî ku berê jî di trîbunên Bursasporê de bi wêneyên "Torosên Spî" êrişên nijadperest ên bi vî rengî hatibûn kirin û got:
"Mixabin di trîbuna vê tîmê de heqaret li siyasetmedareke jin tê kirin. Em wekî birêvebirî û hemû dînamîkên bajêr vê nêzîkatiyê şermezar dikin.
Ev êriş, êrişeke li dijî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e ku li herêmê dimeşe.
Trîbun di rastiyê de prototîpa civakê ne. Li wir jin, mêr, ciwan, pîr her kes bi hev re ne.
Gotinên nijadperest ên tên kirin, pêşengî û hêza tevgera jinên Kurd dikin hedef."
"Amedspor dê parastina nirxên gel bidomîne"
Arslantaşê diyar kir ku Amedspor bi salan e li dijî nijadperestî, cudahî û zayendperestiyê têdikoşe û anî zimên:
"Di şexsê Leyla Zanayê de nasnameya jinê û hêza veguherîner a vê nasnameyê hatiye hedefgirtin.
Amedspor bi camîa, alîgir û birêvebiriya xwe ve dê xwedî li nirxên gelê me derkeve û dê beşdariya xwe ya di pêvajoya aştiya civakî de bidomîne."
Banga ji bo alîgirên jin
Şeydayê hemû jin vexwendin maça Igdirsporê ya 28ê Kanûna Pêşîn û derbarê bilêtên bê pere ev agahî parve kirin:
"Em dixwazin li hemberî vê êrişê di trîbunan de bêhtir jinan bibînin.
Têrê dike ku alîgirên me yên jin herin navendên jinan ên şaredariyan ên li navçeyan û hejmarên nasnameyên xwe bidin.
Em dê li ser van hejmaran pênaseyên xwe bikin û derfeta bilêta bê pere ya taybet pêşkêşî jinên xwe bikin.
Hebûna jinan a li trîbunan dê bibe bersiva herî xurt a li dijî vê zihniyeta tarî."