Di derbiya bakurê welêt de Amedspor bi ser ket

Hewlêr (Rûdaw) - Amedspor di Lîga Yekemîn a Tirkiyeyê de mazûvaniya Vansporê kir û bi encama 1-0 bi ser ket.

Du tîmên navdar û diyar ên Bakurê Kurdistanê Amedspor û Vanspor di maça hefteya 27an a Lîga Yekemîn a Trendyolê de hat pêşberî hev.

Peyamên biratiyê

Beriya maçê û di dema lîstikê de alîgirên her du tîman jî peyamên "biratiyê" dan û dostaniya xwe nîşan da.

Nîvê yekem ê maçê bi tedbîr û kontrol derbas bû û ti gol nehatin avêtin û her du tîm bi encama 0-0 çûn bêhnvedanê.

Gola serkeftinê di xulekên zêdekirî de hat

Di nîvê duyem de jî heta xulekên dawî encam neguherî.

Lê di xulekên zêdekirî yên maçê de lîstikvanê Amedsporê Afena-Gyan derket ser dikê.

Afena-Gyan gog şand nav torên Vansporê û tîma xwe 1-0 xist pêş.

Maç bi vê encamê bi dawî bû.

Amedsporê bi vê serkeftinê puanên xwe derxistin 54an û şopandina xwe ya ji bo lûtkeya lîgê domand.