Denîzo îsal bûye agirê sor û dilê wî bi kesî naşewite

Hewlêr (Rûdaw) - Denîzê Kurd îsal wekî ba û birûskê ye û bi 2 golan malika Augsburgê jî li mîrata reş gerand.

Di hefteya 27an a Bundesligaya Almanyayê de tîmên Augsburg û Stuttgartê hatin pêşberî hev.

Tîma mêvan Stuttgart 5-2 bi ser ket û Denîz Undav mohra xwe li vê maçê jî xist.

Denîzo zû dest bi şovê kir

Stuttgartê bi awayekî xurt dest bi lîstikê kir û Denîz xuleka 12an gola yekem şand torên Augsburgê.

Tîma mêhvan bi vê golê ranewestiya û zexta xwe ya li ser rikeberê xwe zêde kir.

Wan heta navberê du golên din jî avêtin.

Xuleka 29an Tiago Tomas û xuleka 31ê jî Nikolas Nartey tor hejandin.

Bersiv jî bû para Denîzo

Tîma mazûvan Augsburgê di nîveka duyem de hewl da piçekî li ber xwe bide lê eyb e eyb, ma Denîz dihêle!

Fabian Rider xuleka 61ê û Anton Kade jî xuleka 80yî golên Augsburgê kirin lê belê bersiva Stuttgartê dereng nema.

Denîz Undav xuleka 62yan gola xwe ya duyem avêt û bersiv da Augsburgê.

Ermedin Demirovic xuleka 90+1ê jî gola dawî ya lîstikê tomar kir û encam diyar kir.

Stuttgartê piştî vê serketinê puanên xwe derxistin 53yan.

Bi vê yekê, wan cihê xwe yê di rêza sêyem a lîgê de xurttir kir.

Eger Stuttgart lîgê di nava 4 tîmên pêşî de biqedînê dê sezona pêşiya me rasterast di Lîga Şampiyonan de bilîze.

Augsburg jî bi 31 puanan rêza 10an ma.

Denîz û 18 gol

Denîz Undav îsal heta vêga di Bundesligayê de 18 gol kirine û di rêza duyem de ye.

Harry Kane bi 31 golan di rêza yekem de ye.

Denîz Undav

Denîz Undav bi eslê xwe ji parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ye, sala 1996an li bajarê Achimê yê Almanyayê ji dayîk bûye.