Keçên Geverî nayên sekinandin: Vê carê dor hatibû Galatasarayê

Hewlêr (Rûdaw) - Li asmanê futbola jinan stêrkeke nû ya ji Bakurê Kurdistanê her ku diçe geştir dibe.

Tîma Futbolê ya Jinan a Geverê Yuksekovaspor di maça taloqkirî ya hefteya 19an a Lîga Super de, li pêşberî tîmeke mezin a wekî Galatasarayê serkeftineke dîrokî bi dest xist.

Keçên Geverî bi encama 2-1 hevrika xwe şand malê û motîvasyona xwe ya ji bo şampiyoniya îsal gihand lûtkeyê.

"Galatasaray tîmeke gelekî mezin e"

Rahênera Tîma Futbolê ya Jinan a Geverê Kubra Şenê li ser serkeftina tîma xwe got:

"Em li gel tîma Galatasarayê lîstin. Galatasaray tîmeke gelekî mezin, gelekî navdar û zîrek e. Em îro bi lîstikvanên xwe re bi ser ketin.“

Serokê Tîma Futbolê ya Jinan a Geverê Seyhan Tore jî kêfxweşiya xwe wiha anî zimên:

“Îro roja me ya Geverê ye. Em pîrozbahiyê li hemû lîstikvanên xwe dikin. Galatasarayî jî tîma bira ne û birayên me ne.

Ew jî gelekî bi xêr hatin. Lîstikeke gelekî baş bû, li Şemzînanê li Navşarê hemû Tirkiyeyê li me temaşe kir.”

Tevî ku stadyuma Geverê di nûjenkirinê de bû jî tîmê li Şemzînanê mazuvaniya Galatasarayê kir.

Yuseksporê bi gola Princella Adubeayê ya di xuleka 36an de torên hevrika xwe hejandin.

Lê Galatasarayê bi gola Marta Sintayê ya di xuleka 59an de bersiv da û wekhevî pêk anî.

Tîma Geverê xuleka 64an bi gola penaltiyê ya Maiko Bebiayê careke din ket pêş û mohra xwe li serkeftinê xist.

Lîstikvanên Galatasarayê xemgîn in

Herçend lîstikvanên tîma beramber ji ber encamê xemgîn in jî lê ji rihê dostanî û mazûvaniya tîma Geverê û xelkê Colemêrgê razî ne.

Lîstikvana Tîma Jinan a Galatasarayê Ebru Topçiyê got, “Bi rastî em niha gelekî xemgîn in.

Hinek nexweşên me yên seqet hebûn û 5 lîstikvanên me nehatibûn vê derê.

Helbet bandora vê yekê jî li ser encamê hebû. Ji bo me lîstikeke zehmet bû.

Lê bi rastî ji dema ku em hatine vê derê helwesta tîma hevrik a li beramberî me gelekî baş bû û em spasiya wan dikin.”

Tîma Jinan a Geverê sala borî jî bi şampiyoniya xwe ya di Lîga 1em de deng vedabû û derketibû Lîga Super.

Tîm ji ber wê serkeftinê ji aliyê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ve li Enqereyeyê bi fermî hatibû pêşwazîkirin.

Di wê serdanê de Wezîrê Werziş û Ciwanan soz dabû ku bi bihayê 180 milyon lîreyî stadyumeke modern û tesîsên kampê ji bo tîmê li Geverê ava bike.