Nûnerê Trump: Bila Îtalya li şûna Îranê biçe Kupaya Cîhanê
Hewlêr (Rûdaw) - Yek ji nûnerên taybet ên Serokê Amerîkayê Donald Trump, Paolo Zampolli eşkere kir ku wî pêşniyareke fermî daye FIFAyê.
Zampolli ji FIFAyê xwestiye ku di Kupaya Cîhanê ya 2026an de Îtalya li şûna Îranê beşdarî tûrnûvayê bibe.
Tê gotin ku armanca vê gavê ew e ku him ji ber şerê didome guvaşa li ser Îranê zêde bike him jî aloziya di navbera Trump û Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloniyê de kêm bike.
Zampolli ji rojnameya Financial Timesê (FT) ya Brîtanyayê re axivî.
Zampolli diyar kir, Îtalyaya ku 4 caran bûye şampiyona cîhanê meha borî di maçên play-offê de têk çûbû û ji kupayê bê par mabû.
Zampolli anî zimên ku beşdarbûna Îtalyayê ya di vê organîzasyona mezin de ku dê Amerîka, Meksîka û Kanada mazûvaniya wê bikin dê bibe "xeyalek."
Karsaz Zampolli bi eslê xwe Îtalî ye û bi nêzîkbûna xwe ya bi Trump re tê naskirin.
Zampoliyê karsaz li ser vê mijarê got, "Min pêşniyara xwe bi xwe him pêşkêşî Serok Trump û him jî pêşkêşî Serokê FIFAyê Gianni Infantino kir.
Çar stêrkên Îtalyayê hene. Ji bo ku di vê tûrnûvayê de cih bigirin dîrok û nasnameyeke wan a têrker heye."
Gava asayîkirina pêwendiyan
Di nûçeyê de bal kişandin ser stratejiya siyasî ya ku li pişt vê pêşniyara surprîz e.
Pêwendiyên di navbera Trump û Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloniyê de têk çûbûn.
Sedem ew bû ku Meloniyê rexneyên Trump ên li dijî Papa Leoyê VIX yên ji ber helwesta wî ya li ser şerê Îranê şermezar kiribûn.
Tê nirxandin ku hewldana Zampolli ya ji bo tevlîkirina Îtalyayê ya li tûrnûvayê "jestek" e ji bo hikumeta Meloniyê û hewldanek e ji bo asayîkirina pêwendiyan.
Îtalyayê li qadê winda kiribû
Tîma Neteweyî ya Îtalyayê di fînala play-offê de bi lêdanên penaltiyan li hemberî Bosna Hersekê têk çûbû.
Bi vê yekê re Îtalyayê şansê xwe yê beşdarbûna Kupaya Cîhanê cara sêyem li ser hev li qadê winda kiribû.
Lê belê şerê ku 28ê Sibatê di navbera Îran û Amerîka-Îsraîlê de derket, ewlehiya Tîma Neteweyî ya Îranê û statuya wê ya di tûrnûvayê de xist nava nîqaşan.
Rewşa Îranê nediyar e
Federasyona Futbolê ya Îranê daxuyandibû ku ew ji ber şert û mercên şer bi FIFAyê re guftûgoyê dikin da ku maçên wan ji xaka Amerîkayê veguhêzin Meksîkayê.
Lê belê Serokê FIFAyê Gianni Infantino meha borî di dema maça dostaniyê ya Îran û Kosta Rîkayê ya li Tirkiyeyê de daxuyaniyek dabû.
Infantino diyar kiribû ku dê Îran di tûrnûvayê de bimîne û dê maçên xwe li cihên ku di pişkkêşiyê de hatine diyarkirin bilîze. Infantino bi van gotinan derî girtibûn.
Paolo Zampolli wekî ew kes tê naskirin ku hevjîna Trump Melania bi wî daye naskirin.
Ev xebata lobiyê ya Zampolli, di cîhana werzişê de nîqaşên "destwerdana siyasî" ji nû ve geş kirin.